Gursel Tekîn ji CHPyê îstifa kir

13-02-2024
Nîşan Gursel Tekîn Tekîn Îstifa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenter û sekreterê berê yê CHPyê Gursel Tekîn ji partiya xwe îstifa kir.

Pêştir hatibû îdiakirin ku dê Gursel Tekin bibe berbijêrê CHPyê yê Şaredariya Navçeya Esenyurtê ya Stenbolê.

Gursel Tekîn ji parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê ye û Esenyurtê gelek Kurd dijîn.

Tekîn îro li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ji Partiya Komarî ya Gel (CHP) îstifa kiriye.

“Kedkar tên dûrxistin”

Tekîn rexne li partiya xwe girtin û got:

“CHP li şûna tekoşîna desthilatê, tekoşîna bi desthilata nav partiyê re dike.

Kedkarên partiyê û kesên ji bo partî bibe desthilat dixebitin, tên dûrxistin.

“Hiqûqa partiyê tê piştguhkirin”

Li nav partiyê post li gorî têkiliyên bajarîbûn, alîbûn û hevalbendiyê tên belavkirin.

Hiqûqa partiyê û hiqûqa kedkarên partiyê tê piştguhkirin û Navenda Giştî rêkar û fermanên ku bixwe ragihandine nabe serî.

Ji ber ku li gorî prensîbên min di rewşa niha de derfeta xebatê nemaye, ez bi xemgîniyeke zêde îstifa dikim.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst