Li Antalyayê lehî rabû: Li 5 navçeyan dibistan hatin girtin

13-02-2024
Nîşan Antalya Lehî Dibistan Betlane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê, piştî baraneke gur lehî rabû.

Gelek mal û kargeh di bin avê de man û li 5 navçeyan ji ber baranê dibistan hatin girtin.

Li Antalyayê ji şeva borî ve baraneke gur dibare.

Ji ber barana zêde gelek pirsgirêkên trafîkê rû da û li ser rêyan aveke zêde kom bû.

Piştî barana gur li gelek taxan lehî rabû û mal û kargeh di bin avê de man.

Parêzgariya Antalyayê ragihand, li parêzgehê şertên xirab ên hewayê berdewam dikin û ji ber lehî û zêdebûna baranê li navçeyên Aksu, Doşemealti, Kepez, Konyaalti û Muratpaşayê îro dibistan dibistan hatine girtin.

Li van 5 navçeyan karmend, jinên ducanî û karmendên xwedî pêdiviyên taybet jî bi destûr tên hesibandin û îro naçin kar.

Herwiha li gorî biryara parêzgariyê, karmendên jin ên zarokên wan di navbera 0-6 salî de jî îro naçin kar.

Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê di 24 demjimêrên dawî de li navçeya Kepezê 280 kîlogram baran bariyaye.

Li herêma Rêveberiya Herêmî ya Keşnasiyê 185 kîlogram û li derdora Zanîngeha Akdenîzê jî 129 kîlogram baran bariyaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst