Ji bo gelek bajaran hişyariya baran, aşût û lehiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo gelek bajaran hişyariya barana gur da.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran û serma berdewam dikin û pileya germê di navbera 2-5 pileyan de dadikeve.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro ji bo bajarên Mereş, Dîlok, Semsûr, Riha, Mûş, Bedlîs, Şirnex, Amed, Sêrt û Colemêrg, Antalya, Stenbol, Kirklarelî, Edîrne, Kocaelî û Gîresunê hişyariya barana gur da.

Saziya Keşnasiyê ji xelkê xwest ku ji bo egera lehî, brûsk, teyrok, bahoz û pirsgirêkên trafîkê tedbîrên pêwîst wergirin.

Herwiha ji bo Wan, Colemêrg û Bedlîsê hişyariya aşûtê hat dayîn.