5 kes birîndar bûn, 500 kesî rê girt

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Duzceyê yê Tirkiyeyê di qezayekê de pênc kes birîndar bû. Piştî wê derdora 500 kesî rê girt.

Li Duzceyê otomobîleke ticarî li erebeyeka hespan da û pênc kes birîndar bûn.

Otomobîla ticarî û erebeya hespan ji rê derketin û ketin coya kêleka rê.

Du kesên di otomobîlê de û sê kesên di erebeya hespan de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyê.

Xelkê rê girt

Piştî qezayê, xelkê derdorê bi sedema ku li wê herêmê gelek qezayên trafîkê çêdibin rê girt.

Derdora 500 kesî demekê rê neda ku otomobîl herin û werin.

Piştî wê gelek polîs çûn cihê protestoyê.

Parêzgarê Duzceyê Selçuk Aslan jî bi xelkê re axivî û wan careke din rê vekir.