Bi destê xwe av da dayîka xwe lê dîsa jî dayîka wî rizgar nebû

13-02-2023
RÛDAW
Xelkê Hatayê ji dereng hatine tîmên rizgarkirinê gazinan dikin
Xelkê Hatayê ji dereng hatine tîmên rizgarkirinê gazinan dikin
Nîşan Erdheja Mereşê Hatay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê, di vê erdhejê de ziyaneke  mezin dîtiye. Xelkê bajarê nikarin hêrsa xwe veşêrin. Dibêjin kes  bi hawara wan ve nehat û heta hatin jî  mirovên wan miribûn.

Piştî erdhejên 6ê vê meheêç xelkê Hatayê niha li pey jiyaneke nû digerin, lê naxwazin li bajar bimînin, berê xwe didin derve, gund, navçe û bajarekî dûr ku wan ji bîranînên nexweş biparêze.

Ozcana temen 75 salî ku dayika Zafer e, heta roja piştî erdhejê jî sax mabû. Zafer bi destê xwe av didayê, lê ji ber ku nehate rizgarkirin û birînên wê dijwar bûn, canê xwe ji dest da.

Xelkê Antakya Zafer Mahmut Boncuk got: “Bes e! Roja Sêşemê li vê derê canê xwe ji dest da; Ev li ber çavê me çêbû. Ez hevkariya rêxistinan naxwazim. AFADê naxwazim. Min daxwaza alîkariyê ji hemûyan kir. Digotin em xwebexş in û tiştekî jê nizanin. Ji Dûşemê ve rewş wiha ye. Em dixwazin jiyana me parastî be. Tika ye dengê me bibihîzin. Li Antakyayê li ber çavê xelkê mirin. Antakya bidawî bû. Ti xaniyek bi kêrî jiyanê nayê.”

Zafer bavê xwe jî di bin wê avahiyê de ji dest da; Niha nêta wî heye Antakya ya bajarê Hatayê bi yekcarî bicîh bihêle.

Ev çîroka beşeke zêde ya xelkê bajêr e.

Xelkê Antakyayê Meynel Gok jî got: “Piştî erdhejê mala me wêran bû. Diçin gund, em nikarin êdî li vê derê bijîn.”

Malbat koç dikin, lê hejmara endamên wan ji caran kêmtir e.

Hene bavê xwe ji dest dane, hene dayîk, hene xwîşk û bira, di nav wan de hene praniya kesûkarên wan nemane.

Xelkê Antakyayê Murat Seker jî dibêje: “Me malbata xwe ji dest da, min birayekî xwe ji dest da. Du birazî û xwarziyek ji dest dan. Min jinbira xwe ji dest da. Tiştek nîne êdî bibêjin. Xelk li otomobîlan digerin bo guhestinê. Xelk diçin termînalan, lê kes hevkariya me nake. Xelk li derdora xwe dizîvirin. Otomobîl nîne me bighîne termînalê. Bi piyan diçin. Me pere û otomobîl ji dest dan. Me hemû tiştek ji dest da.”

Ev asta wêranbûna Antkayaya ser bi parêzgeha Hatayê ye. Antakya yek ji wan cihan e ku erdheja hefteya borî bondoreke zêde lê kir.

Li Antakyayê rizgarbûyên erdhejê gazinan ji dereng hatina tîmên rizgarkirinê dikin. Lê piştî wêranbûna xaniyên wan, niha bi pey jiyaneke nû de digerin, lê vê carê dûrî warê bav û bapîrên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst