Li Antakyayê 182 saet piştî erdhejê zarokek 12 salî hat rizgarkirin

13-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Antakya Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Antakyayê ser bi parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê, piştî 182 demjimêran ji erdhejê zarokek 12 salî bi saxî hat rizgarkirin.

Li herêmên erdhejê kar û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in.

Îro 13ê Sibatê li Antakyayê zarokê 12 salî yê bi navê Kaan piştî erdhejê bi 182 demjimêran ji bin kavilên rûxayî bi saxî hat rizgarkirin.

Kaan piştî ji bin kavilan hat derxistin bi ambulansê bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Di erdheja Mereşê de ku 6ê Sibata 2023an çêbû, li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bû sedema canjidestdan û birîndarbûna bi deh hezaran kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst