Li 10 bajaran bo 294 hezar avahiyên qaçax ruxset hatiye dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên fermî li 10 bajarên ku erdheja 6ê Sibata 2023ê zerareke zêde gihandiye wan, di sala 2018an de bo 294 hezar û 166 avahiyên qaçax ruxset hatiye dayîn.

Sala 2018an berî hilbijartinên serokkomariyê yasaya “efûya avadaniyê” hatibû derxistin û ruxset bo bi hezaran avahiyên qaçax hatibû dayîn.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Bugra Gokçe amarên “efûya avadaniyê” ya sala 2018an belav kirin.

Li gor wan amaran, sala 2018an li tevahiya Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, bi yasaya “efûya avadaniyê” bo 3 milyon û 152 hezar avahiyên qeçax ruxset hatiye dayîn.

Li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ku erdheja 6ê Sibatê zerareke zêde gihandiye wan, sala 2018an bi yasaya “efûya avadaniyê” bo 294 hezar û 166 avahiyên qeçax ruxsat hatiye dayîn.

Herwiha sala 2018an di çarçoveya yasaya “efûya avadaniyê” de li Edenê bo 59 hezar û 247 avahiyan, li Semsûrê bo 10 hezar û 629 avahiyan, li Amedê bo 14 hezar û 719 avahiyan, li Dîlokê bo 40 hezar û 224 avahiyan, li Hatayê bo 56 hezar û 464 avahiyan, li Mereşê bo 39 hezar û 57 avahiyan, li Kilîsê bo 4 hezar û 897 avahiyan, li Meletiyê bo 22 hezar û 299 avahiyan, li Osmaniyê bo 21 hezar û 107 avahiyan û li Rihayê jî bo 25 hezar û 521 avahiyan “belgeya tomarkirina avahiyê” ango ruxset hatiye dayîn.

Sala 2018an li ser beyana xwediyên wan, bo hemû avahiyên ku berî 31ê Kanûna 2017an hatibûn avakirin ruxset hatiye dayîn û di encama serlêdana 10 milyon welatiyan de 26 milyar lîre pere ji welatiyan hatibûn wergirtin.