Penaberî û muzîk: Malbata Cemîl Horo
Stenbol (Rûdaw) - Malbata dengbêj û hunermendê navdar Cemîlê Horo, kurê wî, keç û nêviya wî ku zêdeyî 6 sal in, ji ber şerê li Sûriye hatine Stenbolê dijîn.
Tevî ku ew malbateke hunermend e û hemû endamên malbatê bi muzîkê re mijûl in jî, li penaberiyê pêşî kar û xebat divê. Ew jî li vê atolyeya tekstîlê, bêyî mafên fermî, nêzikî 10 seatan kar dikin. Lê piştî ku karê wan xilas bû, dil û rûyê wan ber bi muzîkê ve hildavêje.
Piştî derketina ji kar, ew tên li vê malê ku studyoyek tê de hatiye amadekirin, stranên Efrînê tomar dikin, da ku ew ji wendabûnê rizgar bibin.
Kurê Cemîlê Horo, Elî Cemîl Horo ji Rûdawê re diyar kir: “Stranên me yên gelerî ji sedî pêncî hatine berzekirin. Em van stranên xwe yên gelerî em bi avayekî akademîk biparêzin û ji nifşên nû re bimînin weke bingehek. Heta niha jî em berdewam dikin.”
Elî Cemîl Horo li ser karê tekstîlê dibêje: “Lê karê tekstîlê bi me gelek zehmet e. Di hundirê hefteyekî de em stranekê pêşkêşî milet dikin. Mimkûn e stranên me du sal, sê sal çar sal ber xwe bide. Ez rîsalê xwe dişînim ji hemû hunermendên me yên Kurd re. Ne tenê Efrînê lê çar perçeyên Kurdistanê. Xwedî derkevin ji çand û hunera xwe û dev ji stranên Erebî û Tirkî berdin.”
Malbata Horo û gelek hunermendên din ên Efrînî ku li Stenbolê dijîn, projeyeke bi navê 'Stranên Kurdaxê' dabûn destpêkirin. Heftane rojekê ji vê projeyê re vediqetînin û li vê malê stranên folklorîk tomar dikin. Dinivîsin, distrên û çanda xwe ya li Efrînê li vî bajarê xerîb, ji wendabûnê xilas dikin. Hemû karên xwe jî bi hesreta welêt dihonin.
Sultan Cemîl Horo ku keça Cemîl Horo ye ji Rûdawê re diyar kir: “Heta ku tu bişuxulî virde û wê de herî mal, qiçka û kar bikî zehmet e. Stranên folklorî bavê min Cemîl Horo ew di hundirê min de çadine û ew mi min re ma. Dema ez wan stranan dibêjim mandîbûn bi min re namîne. Ez vê yekê di qiçikên xwe de jî diçînim.”
Heta niha bi dehan stranên Efrînê ku li ber wendabûnê ne ji alî vê koma hunermendan ve hatiye tomarkirin. Rêyeke dirêj jî li pêşiya wan e ji ber ku bi sedan stranên din hene ku êdî hatine jibîrkirin û li tu cîhan jî nehatine tomarkirin. Ew hewl didin wan hemûyan qeyd bikin û li ser înternetê jî belav bikin.
Ehmet Mihemed Îbrahîm jî dibêje: "Stranên Efrîne ên folklorî gelek zehfin. Stran pir in. Em dikarin bêjin behrek stranan heye. Hinek hene em ji nû ve destpê dikin. Em yeko yek wan hazir dikin da ku em belav bikin ji gelê xwe re."
Ew koma hunermendan hemû karûbarên xwe bi derfetên teng û nebûna îmkanan dikin. Ji ber ku li vir ew neçarin hemû dema xwe bi xebatê derbas bikin, çavê wan li rêya Efrînê ye. Da ku rewş aram bibe û ew jî vegerin ser milkê xwe, da ku karibin mîrateya ku Horo û çendîn hunermendên mezin li dû xwe hiştine, geş bikin û bihêlin ji dahatuyê re.