Serpil Kemalbay hat desteserkirin

Navenda Nûçeyan – Hevseroka Berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpil Kemalbay li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê hat desteserkirin.

 

Hat ragihandin ku derbarê Endama Encumena HDPê Serpil Kemalbay de "bi hinceta protestokirina operasyona Çiqlê Zeytûnê hewldana derxistina şer û pevçûnê" biryara desteserkirinê hatiye dayîn û Kemalbay li navçeya Çankaya ya Enqerê dema ku diçû dadgehê, ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

 

Li gor rojnameya Cumhuriyetê, demek beriya desteserkirina Serpil Kemalbay, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê êrîş birine ser mala wê ya li navçeya Esenyurt a Stenbolê.

 

Beriya 3mîn Kongreya HDPê ji aliyê Serdozgeriya Enqerê ve bi hinceta "li dijî operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ser Efrînê daxuyanî dane" biryara desteserkirina Serpil Kemalbay û 16 kesên din hatibû dayîn.