Erdogan mizgîniyek da kesên nezewicî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Piştgiriya krediya bêfaîz a em didin ciwanên ku nû dizewicin, em dê li temamî 81 parêzgehên xwe bidin,"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp  Erdogan beşdarî “Bernameya Danasîna Sala Malbatê” ya li Navenda Kongre û Çandê ya Gel a Beştepeyê ya li Kuliyeya Serokomariyê bû û axivî.

Di axaftina xwe ya li vir de Erdogan diyar kir ku wan di civîna kabîneyê ya dawî de  sala 2025an wekî "Sala Malbatê" îlan kir.

Piştgiriya krediya bêfaîz a ji bo ciwanên nû dizewicin

Erdogan bal kişand ku ew, derfeta krediya bêfaîz ji bo ciwanên ku nû dizewicin bicih dikin û wiha got:

"Piştgiriya krediya bêfaîz a em di çarçoveya Fona Malbat û Ciwaniyê de didin ciwanên ku nû dizewicin, em dê li temamî 81 parêzgehên bidin.

Ciwanên me yên ku dê bizewicin, dikarin ji îro û pê ve serîlêdana xwe ya ji bo krediya bêfaîz bikin.

Ji bo ciwanên me yên ku nû dizewicin em piştgiriya krediya bêaîz a bi qasî 150 hezar lîreyî ya wekî 48 meh bi wade û 2 sal bêyî dayîn, pêşkêş dikin.”

“Em dê piştgiriya xanî ya ji bo jin û mêrên ciwan bicih bikin"

Erdogan ji xeynî vê bal kişand ku ji bo ciwanan piştgiriyên wan ên madî û yên ji bo xanî dê bidomin û wiha dewam kir:

"Em dê piştgiriyên madî û xizmetên şêwirmendiyê yên avakirina malbatê teşwîq bikin û her wiha piştgiriya xanî ya ji bo jin û mêrên ciwan bicih bikin."

Ji bo dayikan alîkariya zarokan

Serokomarê Tirkiyeyê her wiha di axaftina xwe de diyar kir ku alîkariya welidînê ya ku ji dayikan re tê dayîn, tê zêdekirin û wiha got:

"Alîkariya welidînê ya ji bo zaroka ewil em derdixin 5 hezar lîreyî.

Ji bo zaroka duyem mehane 1500 lîre, ji bo zaroka sêyem û yên mayîn mehane 5 hezar lîre alîkarî em bicih dikin."

Erdogan her wiha destnîşan kir ku ew dê bi modelên nerm û xebata ji dûr ve derfeta hêsankirina jiyana jinan a li mal û şixul jî pêk bînin.