Ozgur Ozel bi şandeya DEM Partiyê re li ser çi axivî?

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel CHP Şandeya DEM Partiyê Îmrali
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê derbarê hevdîtan bi şandeya DEM Partiyê re got, "Eger mafên ku Tirk bi kar tînin lê Kurd nikarin bi kar bînin hebin, bila ev maf ji wan re bên dayîn lê em rê nadin destûr bê guhertin."

Serok CHPyê Ozgur Ozel doh li Îzmîrê, piştî vekirina Pirtûkxaneya Bajêr a Ozge Polatê bi xwendekarên zanîngehê re civiya.

Ozel dema ku pirsên taybet bersivandin, bersiva pirsên têkildarî hevdîtina bi şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê re jî da.

Ozel got, "Divê Tirkiye gaveke demokratîk biavêje lê qutiyeke girtî heye. Ne diyar e ka çi tê de heye. Min ji şandeya ku hat re jî got.

Rêzikên me diyar in, em destûrê naguherin, em ji bilî gavên demokratîk tiştekî din nakin. Em nabêjin erê ji bazara veşartî re."

Xwendekaran ji Ozel pirsa "Pêvajoyeke çareseriyê tê binavkirin. Dibêjin pêvajoya aştiyê ye lê ti daxuyanî ji gel re nayên dayîn. Mînak, bersiva pirsên wekî 'Derxistina Ocalan a ji zindanê di rojevê de ye, li hemberî çi?' nehatiye dayîn. Ez li vir meraq dikim, Partiya Gel a Komarî (CHP) di kîjan aliyê vê pêvajoyê de cih digire?" kir.

"Em destûrê nadin guhertin"

Ozel di bersiva xwe de diyar kir ku ew bi başî nizanin ku pêjovo tam çi ye û wiha pê de çû:

"Çi bibe bila bibe dê li Parlamentoyê çêbibe. Divê ev pêvajo bi awayekî zelal bê meşandin.

Divê mirov jidil tevbigere. Ango ne bi têkiliyên berjewendiyê lê jidil û bi lihevkirineke civakî, yanî divê her kes qanih bibe. Xeta me ya sor li wir heye.

Em pêşniyar dikin ku nûnerekî ku malbatên şehîdan û gazîyan ji nav xwe hilbijêrin li ser maseyê di komîsyona ku li Parlamentoyê were avakirin de rûnê.

Daxuyaniyên her sê malbatên şehîdan hene. Dibêjin 'Em nêzîkatiya Ozgur Ozelî diparêzin û piştgiriyê didinê.'

Em vê yekê diparêzin lê AK Partî û MHP hîn li ser vê yekê rûneniştine. Bila li komîsyonê bê gotin ka çi ye, bila komîsyon ji gel re bibêje.

"Mafên ku Tirk bi kar tînin lê Kurd nikarin bi kar bînin, bila ev maf bên dayîn"

Li gorî destûrê eger mafên ku Tirk bi kar tînin lê Kurd nikarin bi kar bînin hebin, bila ev maf bên dayîn.

Min ji şandeya ku hat re jî got. Prensîbên me diyar in, em destûrê nadin naguhertin, em li derveyî gavên demokratîk tiştekî nakin.

Em ji bazarên veşartî re nabêjin erê. Min got ku em nabin parçeyekî bazara têkiliyekê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst