Bakirhan: Danîna qeyûm derbeyeke eşkere ye
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, "Danîna qeyûm a li ser Şaredariya Akdenîzê li dijî demokrasiyê derbeyeke eşkere ye."
Piştî ku Hevserokên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan hatin girtin li şûna wan qeyûm hat danîn.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeymeqamê navçeya Akdenîze ya Mêrsînê Zeyît Şener wekî qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê kir.
"Zalim û zordar dê winda bikin"
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser danîna qeyûm daxuyaniyek belav kir û got:
"Hevserokên Şaredariya Akdenîzê û endamên meclisa me di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de dîl hatin girtin.
Li şûna Şaredariya Akdenîzê ya ku bi îradeya gelê Akdenîzê hatibû hilbijartin qeyûm hat danîn.
Tayînkirina qeyûm li ser Şaredariya Akdenîzê li dijî demokrasiyê derbeyeke eşkere ye.
Sûîqesteke siyasî ye li dijî hêviya pêkvejiyana gelan. Em vê yekê red dikin.
Li aliyekî aştiya navxweyî tê axaftin, li aliyê din jî destdanîna ser îradeya gelan rawestîna aqil e.
Em bang dikin di demeke kurt de dev ji vê rawestîna aqil berdin.
Em soza xwe ducare dikin ku em dê li dijî zordariya qeyûman, derbeyên li dijî demokrasiyê û dijminatiya Kurdan têkoşîna xwe ya demokratîk bilind bikin.
Zalim û zordar dê winda bikin, gel dê bi ser bikeve!"
Akdeniz Belediye Eş Başkanlarımız ve meclis üyelerimiz siyasi soykırım operasyonları kapsamında rehin alındı. Akdeniz halkının iradesiyle seçilen belediyemize kayyım atandı.
— Tuncer BAKIRHAN (@tuncerbakirhan) January 13, 2025
Akdeniz belediyemize kayyım atanması demokrasiye açık darbedir. Halkların bir arada yaşam umuduna…