Îsmaîl Beşîkcî bû 85 salî: Ez xwe ciwan hîs dikim û gelek sal li pêşiya min in

Hewlêr (Rûdaw) – Civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkciyê ku li ser Kurdan û dîroka Kurdistanê lêkolînan dike bû 85 salî.

Bi boneya rojbûna Îsmaîl Beşîkcî, li Weqfa Îsmaîl Beşîkciyê (ÎBV) pîrozbahiyek hat lidarxistin.

Gelek nivîskar, akademîsyen û lêkolîner beşdarî çalakiyê bûn.

Serokê Lijneya Rêveberiya ÎBVyê Îbrahîm Gurbuz, di pîrozbahiyê de xebatên ÎBVyê yên sala 2023yan parve kirin.

Hevalên Îsmaîl Beşîkcî ji bo pîrozkirina rojbûna wî li salona weqfê kom bûn û diyariyên xwe pêşkêşî Beşîkcî kirin.

Portreyê wî yê ku ji aliyê hunermendê Weqfa Guneştekînê Yahya Bagci ve hatiye çêkirin jî pêşkêşî Beşîkcî hat kirin.

Herwiha beşdaran, bîranînên xwe yên bi Beşîkcî re parve kirin.

Îsmaîl Beşîkcî ku temenê xwe yê nû pîroz kir got, “Ez xwe ciwan hîs dikim. Gelek sal li pêşiya min in.”

Herî dawî Beşîkcî beşdarî kokteyla ku ji bo rûmeta wî hat li darxistin bû.