Sadullah Ergîn: Eger darizandin bê kirin divê hemû kes bi hev re bên darizandin

13-01-2024
RÛDAW
Nîşan Sadullah Ergîn Proseya Aştiyê Selahattîn Demîrtaş Abdullah Ocalan Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê berê yê Dadê yê Tirkiyeyê Sadullah Ergîn ku dema Proseya Aştiyê wezîrtî dikir diyar kir ew prose hatiye têkdan û eger darizandin bê kirin divê hemû kes bi hev re bên darizandin.

Wezîrê berê yê Dadê yê Tirkiyeyê Sadullah Ergîn ji medyascopê re li ser Proseya Aştiyê ya 2013an axivî.

Sadullah Ergîn di axaftina xwe de girêdayî gotinên Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ku niha di Doza Kobanî de tê darizandin axivî û got:

“Di wê demê de gelek peyam û hevdîtin çêbûn. Ev yek di asta serokwezîr û wezîran de pêk hat.

Ligel vê yekê di asta Musteşariya Ewlehiyê û Saziya Îstîxbarata Neteweyî (MIT) de jî hevdîtin hebûn.”

Ergîn ragihand ku li Parlamentoya Tirkiyeyê jî girêdayî wan kesên ew kar û xebat bi rê ve dibirin yasaya parastina hiqûqî hatibû derxistin lê piştî têkçûna proseyê ew kes di hinek xalan de hatin şopandin.

Ergîn amaje bi wê yekê daye ku eger darizandinek çêbibe divê hemû kesên di nav wî karî de, serokwezîr, wezîr û rayedar bi hev re bên darizandinç

Herwiha Sadullah Ergîn tekez kir ku eger kesek ji ber beşdarbûna proseya aştiyê bê darizandin divê ev darizandin yek alî nebe.

“Du nameyên Ocalan di destê Erdogan de ne”

Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş di Doza Kobaniyê de gotibû dema proseya Aştiyê dest pê kir Wezîrê Dadê yê wê demê Sadullah Ergîn gotibû du nameyên Serokê PKKyê Abdullah Ocalan di destê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst