Piştî daxuyaniya Wezareta Parastinê partiyên siyasî bernameyên xwe rawestandin

13-01-2024
RÛDAW
Nîşan Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê PKK Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê 9 leşkerê wan hatine kuştin û piştî vê daxuyaniyê CHP û ÎYÎ Partiyê bernameyên xwe hilweşandin û AK Partiyê jî paş xistin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê doh ragihandibû ku li Başûrê Kurdistanê 9 leşkerên wan hatine kuştin, 4 leşkerên wan jî birîndar in.

Li ser vê yekê Serokê CHPyê Ozgur Ozel li ser hesabê xwe yê tora civakî peyamek belav kir û diyar kir ku wan civîna danasîna berbijêran a li Manisayê hilweşandiye û ew vedigere Enqereyê.

Li gorî peyamê kar û xebatên li bajarên din jî hatine hilweşandin û dê sibe bi awayekî awarte Desteya Rêveberiya Navendî ya CHPyê bicive.

Berdevk û Cîgirê Serokê ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu jî derbarê daxuyaniyê de peyamek belav kir û ragihand ku civînên li Antalyayê yên îro û sibe hatine hilweşandin.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku civînên dawiya hefteyê yên danasîna berbijêran bi biryara Serokkomar û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan hatine paşxistin.

Serokê Ragihandinê yê Serokkomariya Tirkiyeyê Fahrettîn Altun ragihand ku dê îro demjimêr 14:30î li Stenbolê civîneke ewlehiyê were kirin.

Biryara civîna ewlehiyê piştî xebera kuştina 9 leşkeran hat dayîn.

Civîn dê li Stenbolê were kirin û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler, Serokê Saziya Îstixbaratê (MÎT) Îbrahîm Kalin û Serokerkanê Artêşa Tirkiyeyê Metîn Gurak beşdarî civînê dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst