Tirkiye piştî kuştina 9 leşkerên xwe ‘civîna ewlehiyê’ dike

13-01-2024
Nîşan Tirkiye Civîna Ewlehiyê Leşker Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Ragihandinê yê Serokkomariya Tirkiyeyê Fahrettîn Altun ragihand ku dê îro saet 14:30î li Stenbolê civîneke ewlehiyê were kirin.

Fahrettîn Altun bi rêya hesabê xwe yê torên civakî da zanîn ku dê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan serokatiya vê civînê bike.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê 9 leşkerên wan hatine kuştin, 4 leşkerên wan jî birîndar in.

Biryara vê civîna ewlehiyê piştî xebera kuştina van 9 leşkeran hat dayîn.

Altun da zanîn ku dê civîn li Stenbolê were kirin û dê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê ya Tirkiyeyê Yaşar Guler, Serokê Saziya Îstixbaratê (MÎT) Îbrahîm Kalin û Serokerkanê Artêşa Tirkiyeyê Metîn Gurak beşdarî civînê bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst