Li 30 bajaran serokên AK Partiyê îstifa dikin

13-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokên parêzgehan ku dixwazin di AK Partiyê de bibin namzedên parlementeriyê dest bi îstifayê kirin. Tê çaverêkirin ku hejmara serokên parêzgehan ku di demeke kin de îstifa bikin derkeve 30î.

Îstifayên serokên parêzgehan ên ku dixwazin di AK Partiyê de bibin parlamenter dest pê kir.

Hat zanîn ku serokên parêzgehan ên ku berbijêrbûna wan ji bo parlamenteriyê ji aliyê Navenda Giştî ya AK Partiyê ve  hatine qebûlkirin ji erka xwe îstifa dikin. Li gorî rojnameya Milliyetê, heta niha 3 serokên parêzgehan îstifa kirine, tê pêşbînîkirin ku hejmara kesên ku dest ji postê xwe berdin, bibe 30.

Serokê AK Partiyê yê parêzgeha Aksarayê Huseyîn Altinsoy, Serokê Aydinê Omer Ozmen û Serokê Dûzceyê Mustafa Keskin bûn yekem serokên ku ji AK Partiyê îstifa kirine.

Tê çaverêkirin ku heta dawiya meha Çile bi erêkirina Navenda Giştî ya AK Partiyê nêzî 30 serokên parêzgehan îstifa bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst