Çûna derveyî welat li parlamenterekî HDPê hat qedexekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Geştkirina derveyî welat li Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kemal Bulbul hat qedexekirin.
Parlamenterê HDPê Kemal Bulbul îro roja Înê 13ê Çileya 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew îro bi armanca geşteke bo derveyî welat çûye balafirxaneya Sabîha Gokçen a Stenbolê, lê polîsên balafirxaneyê di dema pişkinîna pasaportan de ji wî re gotine ku tedbîrek li dijî hatiye wergirtin û ew nikare serdana derveyî welat.
Kemal Bulbul li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nerazîbûn nîşanî vê biryara li dijî mafê wî yê geştkirinê daye û dibêje: “Bêyî ti hinceteke yasayî zordarên balafirxaneya Sabîha Gokçen nehiştin ku biçim derveyî welat.”
Di Nîsana 2022an de jî bi heman hincetê rê bi Bulbul nehatibû dayîn ku serdana Fransayê bike.
Roja Yekşemê 25ê Kanûna 2023an rê bi parlamenterekî din ê HDPê yê Stenbolê Zeynel Ozen jî nehatibû dayîn ku biçe Swêdê û serdana malbata xwe bike, di demekê de ku bixwe yek nji welatiyên Swêdê bû.
Li gor yasayan li Tirkiyê bêyî biryara dadgehê yan jî rakirina parêzbendiyê nabe ku lêkolîn ligel ti parlamenterekî bê kirin û an jî ceza jê re bên dayîn.