Çûna derveyî welat li parlamenterekî HDPê hat qedexekirin

13-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Geştkirina derveyî welat li Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kemal Bulbul hat qedexekirin.

Parlamenterê HDPê Kemal Bulbul îro roja Înê 13ê Çileya 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew îro bi armanca geşteke bo derveyî welat çûye balafirxaneya Sabîha Gokçen a Stenbolê, lê polîsên balafirxaneyê di dema pişkinîna pasaportan de ji wî re gotine ku tedbîrek li dijî hatiye wergirtin û ew nikare serdana derveyî welat.

Kemal Bulbul li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nerazîbûn nîşanî vê biryara li dijî mafê wî yê geştkirinê daye û dibêje: “Bêyî ti hinceteke yasayî zordarên balafirxaneya Sabîha Gokçen nehiştin ku biçim derveyî welat.”

Di Nîsana 2022an de jî bi heman hincetê rê bi Bulbul nehatibû dayîn ku serdana Fransayê bike.

Roja Yekşemê 25ê Kanûna 2023an rê bi  parlamenterekî din ê HDPê yê Stenbolê Zeynel Ozen jî nehatibû dayîn ku biçe Swêdê û serdana malbata xwe bike, di demekê de ku bixwe yek nji welatiyên Swêdê bû.

Li gor yasayan li Tirkiyê bêyî biryara dadgehê yan jî rakirina parêzbendiyê  nabe ku lêkolîn  ligel ti parlamenterekî  bê kirin û  an jî ceza jê re bên dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst