Davutoglu: Divê Tirk jî fêrî Kurdî bibin

13-01-2023
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Dersa Kurdî Dersa Kurdî Hilbijêre Dersa Bijarte Ahmet Davutoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu derbarê zimanê Kurdî de got “Ne tenê ji bo Kurdan, ji xwe Kurd bi zimanê xwe dizanin, divê Tirk jî vî zimanî fêr bibin. Wek zimanê Tirkî zimanê Kurdî jî zimanekî bingehîn ê vî welatî ye û divê li gor vê yekê kar û xebat bê kirin.”

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu îro Înê 13ê Çileya 2023an li Stenbolê di hevdîtina rojnamegeran de bersiv da pirsa peyamnêrê Rûdawê ya derbarê dersa bijarte ya Kurdî û damezrandina mamostayên Kurdî de.

Davutoglu amaje bi wê yekê da reformên ku berî niha ji aliyê AK Partiyê ve derbarê zimanê Kurdî de hatine kirin nayê cîbicîkirin û dema ew bibin desthilat dê girîngiya pêwîst bidin zimanê Kurdî.

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu got “Sala borî serokê rêxistina me ya li parêzgeha Wanê ji bo dersa bijarte ya Kurdî bi taybet bangawazî kir û min jî li ser Twîttera xwe got xwezî ez jî bikaribim fêrî zimanê Kurdî bibim. Ne tenê ji bo Kurdan, ji xwe Kurd bi zimanê xwe dizanin, divê Tirk jî vî zimanî fêr bibin. Ji ber ku wek zimanê Tirkî zimanê Kurdî jî zimanekî bingehîn ê vî welatî ye. AK Partiyê dema ku em ji di nav hikûmetê de bûn ji bo fêrbûna zimanê Kurdî dersa bijarte xiste nav sîstema perwerdê û hewla mamostayên Kurdî hat dayîn. Lê mixabin niha wan reforman bi awayekî şiklî birêve dibe. Ji tirsa Bahçelî û Perînçek nikare berdewam bike. Dersa Kurdî di bernameyê de heye lê mamostayên Kurdî nayên damezrandin. Beşa li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê hat girtin. Dema em bibin desthilat em dê zimanê Kurdî wek zimanekî bingehîn qebûl bikin û girîngiya pêwîst pê bidin. Em dê dersa bijartê ya Kurdî zêdetir cîbicî bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst