HRW ji bo Demîrtaş û girtiyên siyasî bang li Tirkiyê kir

13-01-2023
RÛDAW
Nîşan HRW Tirkiye Selahattîn Demîrtaş Osman Kavala Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirov / Human Rights Watch (HRW) Rapora xwe ya 2023ê di derbarê cîhanê de belav kir. HRW di vê raporê de rexneyên dijwar di derbarê binpêkirina mafan de li hikûmeta Tirkiyê û Serokkomarê wî welatî Erdogan kirin. Herwiha HRW ji bo Demirtaş û girtiyên siyasî bang li Tirkiyê kir û got “Divê Selahattîn Demirtaş û siyasetmedarên din yên girtî demildest bên berdan.”

Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirov ya ku navenda xwe li Amerîkayê ye îro 12ê Çile 2023ê rapora xwe ya di derbarê cîhanê de belav kir.

Di beşa Tirkiyê yê vê raporê de hatiye ragihandin, “Berî hilbijartinan zext zêdebûne. Erdogan sansura online zêde kiriye, opozisyonê bi awayek bê rehmane ceza dike.”

Her wiha di raporê de rexne li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tê girtin û dibêje “Hikûmeta Erdogan, bi sansurkirina medya civakî û deformasyonê gelek tiştan tawan dibîne û bi vî awayî hêza xwe berfireh dike.”

Di beşeke din a raporê de behsa girtina Hevserokên Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag û siyasetmedarên din yên girtî dike û dibêje, “Selahattin Demirtaş, Figen Yuksekdag û siyasetmedarên din yên ku hîn di girtîngehê de girtîne, nîşana wê yekê ne ku ev hikûmet di nava welatên Konseya Ewropayê de ya herî zêde mafê mirovan binpê dike ye û vê yekê bi keyfeke mezin dike. Kesên ku navên wan hatîn gotin divê hemû demildest werin berdan.”

Mijara cezayê girtîgehê yê li Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu hatî birîn jî di raporê de cih digre û got “Dadgehekê li Stenbolê, biryar da ku Îmamoglu yê ku opozisyona hikûmeta Erdogane ji mafê serketina di hilbijartinê bê beş bike.”

Her wiha dibêje heta niha azadnekirina Osman Kavala jî tê wateya nenaskirina biryarên Dadgeha Mafê Mirov a Ewropayê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve.

Di derbarê mijara LGBTê de ku vê dema dawiyê hikûmeta Tirkiyê xistiye rojev de jî ragihand “Hikumetê bi gotinên nefretwarî LGBT yî kirine armanc û di parastina mafê jinê û pêşîlêgirtina tûndûtîjiya li ser jinan de jî serkeftî nebûye.

Rêveberê vê rêxistinê yê Asya Navîn û Ewropayê Hugh Willianson diyar kir “Hikûmeta Erdogan, bi yasayên sansur û dezenformasyonê, ji mafê mirov û serweriya dadweriyê dûr ketiye. Hikûmet heta dawî li dijî opozisyona siyasî manevrayên niyet xirap kirine, xwepêşandanên nerazîbûnê qedexe kirine, bi deshilata xwe ya siyasî bi rêya dadgehan kes xistine girtîgehê û mehkûm kirine.”

HRW, di vê 33yemîn Rapora Cîhanê ya 712 rupel ya 2023ê de, di derbarê mafê mirov de lêkolîn li nêzîka 100 welatan kirine. Wekîlê Serokê vê rêxistinê Vekili Tirana Hassan di nivîsa despêkê de, balê dikişîne ser wê yekê ku li hemû cîhanê balansa hêzê tê guhertin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst