Rapirsiya ORC: Dengên AKPê %10 daketine

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanya Lêkolînê ya ORC, encamên hilbijartinên Tirkiyê yên 2018ê û encamên rapirsiyên xwe yên di derbarê hilbijartinên 2023ê yên ku di vê mehê de kirîn anîn berhev û belav kirin. Li gorî rapirsiyl dengên AKP %10.6 daketine.

Li gorî encaman Hevpeymaniya Cumhur ji %15.5ê den gên xwe ji dest dane, Hevpeymaniya Millet jî %10ê dengê xwe bilind bûne.

ORCê encamên hilbijartinên 2018ê û rapirsiya Çile 2023ê anîne beramberî hev û ev encam derketine holê:

AKP %10.6 ê dengên wê daketine, MHPê %4.9ê dengên wê daketine, CHP %0.9  û ÎYÎ Partî jî %9.1ê dengên xwe bilind bûne.

Li gorî vê encamê Hevpeymaniya Cumhur %15.5 ê dengên wê daketine û Hevpeymaniya Millet %10ê dengên xwe zêdebûne.

Encama dengên partiyan di hilbijartinên Hezîrana 2018ê û rapirsiya Çile 2023ê bi vî awayî bûne:

AKP Hezîran 2018ê dengên xwe %42.6 bûye, di Çile 2023ê de %32 e û ji %10. 6ê dengên wê daketine

CHP Hezîran 2018ê dengên xwe %22.6 bûye, di Çile 2023ê de %23.5 e û ji %0.9ê dengên wê bilind bûne

ÎYÎ Partî Hezîran 2018ê dengên xwe %10,0 bûye, di Çile 2023ê de %19.1 e û ji %9.1ê dengên wê bilind bûne

HDP Hezîran 2018ê dengên xwe %11.7 bûye, di Çile 2023ê de %7.3 e û ji %4.4ê dengên wê daketine

MHP Hezîran 2018ê dengên xwe %11.1 bûye, di Çile 2023ê de %6.2 e û ji %4.9ê dengên wê daketine

Partiyên din Hezîran 2018ê dengên xwe %2 bûye, di Çile 2023ê de %11.9 e û ji %9.9ê dengên wê zêdebûne