Biryara derbarê Leyla Zana de li rojnameya fermî hat weşandin

Navenda Nûçeyan - Di Komcivîna Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê de  parlamenteriya Parlamentera HDPê ya Agirê bi hinceta beşdarnekirina civînên parlamentoyê hatibû betalkirin, ew biryar di Rojnameya Fermî ya wî welatî de hat weşandin.


Di hejmara îro ya Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de îro biryara betalkirina parlamenteriya Leyla Zana hat weşandin. 


Hat gotin ku Leyla Zanaya Parlamentera Agiriyê ya HDPyê sala rêzikdanînê ya ewil û sala rêzikdanînê ya duyemîn a heyama di navbera 1ê Çileya 017 û 30yê Nîsana 2017an de nehatiye Komcivîna Giştî û beşdarî 212 rûniştinan nebûye.


Çi bibû?


Ji dema sondxwarina qanûnî ya piştî hilbijartinên sala 2015an ve, nakokî di navbera serokatiya parlamentoya Tirkiyê, hikûmeta Tirkiyê û Leyla Zana de heye.

 

Leyla Zana di merasîma sondxwarina qanûnî ya parlamentoyê de ku di 01-11-2015an de birêveçûbû, dema ku neveroka têksta sondê xwandibû, li dewsa hevoka Milletê Tirk gotibû; Milletê Tirkiyeyê û bi çend peyvên Kurdî piştgirî dabû aştî û wekheviyê.

 

Ji ber wê yekê jî Desteya Serokatiya Parlamentoyê û herwiha hikûmeta Tirkiyê ragihandin, ku sonda Leyla Zana nayê hesibandin û çend caran daxwaz ji wê kiribûn, ku sonda xwe dubare bike.

 

Di raporta parlamentoya Tirkiyê ya derbarê Zana de amaje bi sondxwarina wê ya qanûnî jî hatiye kirin û hatiye gotin, ku Zana sonda yasyaî dubare nekiriye û sonda wê ya berê nayê hesabkirin.

 

Piştî pêşkêşkirina raportê, parlamentoya Tirkiyê ji ber wan sedeman Leyla Zanaji parlamenteriyê xist.

 

Bi betalbûna parlamenteriya Leyla Zana, hejmara parlamenteriyên HDPê li parlamentoya Tirkiyê dakete 53 kursiyan.