Mehdi Eker: DAIŞ, PKK û FETO şîrîkê hev in

Enqere (Rûdaw) -

Cigirê Serokê Giştî AK Partiyê û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê AK Partiyê Mehdî Eker jî di nav şanda Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim de serdana Bexda û Hewlêrê kirbû.

 

Mehdî Eker derbarê geşedanên li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê, herwiha encamên serdana ji bo Bexda û Hewlêrê ji Rûdawê re axivî.

 

Di navbera Iraq û Tirkiyê de gelek pirsgirêk hebûn. Çi guhertin çêbûn, ku hikûmeta Tirkiyê ji bo başkirina pêwendiyên xwe serdaneke wiha pêkanî?

 

Tirkiye û Iraq cîranê hev in, em birayê hev in. Cîran û bira nikarin ji hev bixeyidin. Ne xêrek di dilhiştinê de heye û ne jî mafê ti aliyekê heye. Pêwîst e têkîliyên me yên ligel hev baş bibin û pêşde herin. Ti danûstandin bêyî pirsgirêk nabin. Di nav malbatê bi xwe de jî pirsgirêk peyda dibin. Lê nabe ji ber vê endamên malbatê ji hev bixeyidin û xeyidî bimînin. Ji ber vê yekê, li herêmê çi pirsgirêkek çêbibe, zirarê digihîne me hemûyan. Zirar digihe kurdan, tirkan, ereban, şîeyan, sunneyan, êzidiyan. Em bi vî zanebûnê dixwazin bi bi cîran, heval û dostên xwe re pêwendiyên xwe baş bikin.

 

Di hevdîtinan de we çi daxwaz ji rayadarên Iraqê kir û wan ji we çi xwest?

 

Di serî de ya giring ew e, ku em bi vî serdanî li gel hikûmeta Iraqê rûniştin. Em ligel Serokwezîrê Iraqê heyder Ebadî û ligel Serok Mesûd Barzanî rûniştin û me pirsgirêkên xwe ji hev re vegot. Me behsa wan ziraran kir ku ji ber pirsgirêkên berî gihiştine me û herwiha em ê çawa van pirsgirêkan çareser bikin û pêşiya xwe binerin. Em ê çawa tedbîrên pêwîst ên derbarê ewlekariya xwe û ya herêmê de bigrin. Ew kesên dixwazin li herêmê tevlîheviyan bikin, terorê, kuştinan û teqînan pêk bînin, em ê çawa pêşiya wan bigrin. Ew jî kî ne? DAIŞ e û PKK ye, herwiha hevalbendê wan in. Em dizanin, ku ew ne li ser hesabê xwe vî karî dikin û ew nûnerê hinek aliyên din in?

 

Nûnerê kî ne?

 

Binêrin, di van 10-15 salên dawiyê de zirar gihişte tirkan, kurdan, ereban, tirkmenan, şîeyan, sûnneyan û êzidiyan, bi kurtahî gelên vê herêmê. Kî ji vê yekê sûd wergirt? Ew aliyên ku bi hezaran kilometer ji dûrve hatine û tiliya xwe dixin nav pirsgirêkên herêmê, ev jî li ser hesabên wan dikin. Ji ber vê jî ev nexweşî û birîn ya me ye. divê em hekîm bin da ku bikarin bi destê xwe birîna xwe derman bikin. Ji bo em bikarin van mijaran bi hevre bi rûbirû biaxivin ev serdan giring bû.

 

Beriya serdanê mijara hebûna leşkerên Tirkiyê li Başîkayê bû sedema aloziyan. Piştî serdanê jî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got, ku heta leşker ji Başîkayê venekişin pêwendiyên me pêşve naçin. Li ser Başîkayê çi lihevhatin çêbûn?

 

Di hemû hevdîtinan de nayê gotin ku em di hemû mijaran de xwediyê heman hizirî ne. Me di vir de ji bo rêkeftinê deriyek vekir. Niyeta her du aliyan jî baş e. Me pirsgirêkên xwe danîn ser masê. Ew dibêjin bila leşkerên Tirkiyê ne li vir bin. Ev nêrîna wan e. Em jî dibêjin leşkerên me ne ji ber kêfa xwe çûne wê derê. Du semenên vê yekê hene; yek jê îstîkrara herêmê û ya din jî ewlekariya Tirkiyê û herêmê ye. Em çima leşkerên xwe bê sedem bişînin 100 kîlometre dûrê welatê xwe. Em li ser daxwazên hev ji hev serwext dibin. Ji bo her du alî jî têr bibin, daxwazên me bên cîh, em hewl didin gav bi gav, roj bi roj gavan biavêjin. Di vir de nîyet giring e, ku divê niyeta aliyan baş be. Ev niyeta baş li gel herdu aliyan jî heye. Hinek mijarên din ên weke aborî, bazirganî, tendurustî, enerjî, îktîsadî û pişesaziyê hene, ev jî tev de hatine gotûbêjkirin.

  

Li ser Şingalê we çi axivî? Bi nêrîna we eger PKK ji Şingalê dernekeve dê hikûmeta Iraqê hêzê bi kar bîne?

 

Me ji wan re wiha got: Bicihkirina hêzên çekdar li Şingalê, amadekirina zemîneya ji bo terorê, zirarê dide me, ewlehiya me tehdîd dike, ku em wê qebûl nakin, ne mumkun e. Lazim e ji ber dostanî û cîrantiyê em ji hev agahdar bin û em zirarê negihînin hev. Heger zirarek bigihîje we, ezê alîkariya te bikim, bigihîje min tu dê alîkariya min bikî. Ji destê min were ezê zanyariyan bidim me, tu dê (zirarê) ji holê rakî. Na, ez nakim, hêza min têrê nake, ez dê alîkariya te bikim. Yan tu bike yan em bi hev re bikin. Her du jî nebin, ev tehdîd û zirar li dijî min e û berevanîkirina ji xwe ji bo min rewa ye.

 

Tirkiye gav bi gav Qendîlê bombebaran dike. Di aliyê yasayî de, Qendîl di çarçoveya sînorê Iraqê de ye û Ebadî dibêje, ku ji bombebaranan aciz e. Dibêje, mafê serweriya Iraqê dê binpêkirin.

 

Eger em di aliyekê de tameşe bikin, tu bêjî evder axa min e û leşkerên welatekî din derbasî nav dibin, di vî alî de hûn mafdar in. Lê weke dewletekê, hinek bêyî razîbûna we û îradeya we li wê derê bicih bûne. Hevwelatiyê we ye? Nîne. Ji derve hatine. 25 sal berî niha hatine û bicih bûne, bombe danîne. Li wê derê radibin, mirovên bêguneh ên Tirkiyê dikujin. Paşê jî vedigerin cihên xwe. Li vir kî dê mafên wan mirovên bêguneh biparêze? Dewleta Iraqê bi du şêweyan dikare wê bike. Yan rê nade ew li wê derê bimînin û yan jî dê bên ji me re bêjin, werin em bi hev re wî karî bikin. Çima? Çimku ew dikujin. Rast e, belê bila kes derbasî nav welatê kesî nebe, lê belê welatê te ji bo PKKê bûye baregeh û (ew) bên li Tirkiyê bêgunehan bikujin, tu dê çi bibêjî? Di serdema Sedam de, li wê derê bûn, nedikirin. Ew mafekî xwezayî yê navdewletî ye.

 

Di hevdîtina li gel Ebadî de, mijara firotina petrola Herêma Kurdistanê derkete rojevê?

 

Ev mijar di navbera her du aliyan de ye. Mijareke di navbera Bexda-Hewlêrê de ye. Daxwazek ji me bihê kirin, daxwaza navbeynkariyê ji me bihê kirin, em dê bi germî bibin alîkar.

 

Piştî Bexdayê hûn çûne Hewlêrê. Yildirim got, di navbera her du aliyan de, komisyoneke hevbeş tê avakirin. Ev komisyon dê kengî were avakirin, erkê wê çi ne?

 

Di navbera her du aliyan de, di çend waran de, ji Wezareta Tendirustiyê bigire heta Wezareta Perwerdeyê, bazirganî, aborî û ewlekarî jî di nav de, biryara avakirina komisyoneke hevbeş hat dan. Tarîx nehat dan, di wan mijaran de dana tarîxekê zehmet e. Lê belê her du aliyan jî rênimayî dan wezaretên xwe. Di şandeya me de têkildarî wê mijarê 6 wezîr hebûn. Serok Barzanî û Serokwezîr Barzanî rênimayî dan. Dê çawan bixebitin? Dê carekê li Hewlêrê û carekê li Enqerê bicivin. Dê serdan werin encamdan, dê biryaran biidn. Ya giring jî ev e ku ew biryar werin cîbicîkirin.

 

Ez gelek hêvîdarim, ev serdan û hevdîtin dê encamên xwe hebin. Em hem cîran in û hem jî bira. Em ji hev cuda nabin. Dema hûn diçin Hewlêrê, hûn hest dikin ku li bajarekî Tirkiyê yî. Weke ku hûn li Diyarbakir (Amed), Urfa (Riha), Mardin (Mêrdîn) û Ankara (Enqerê) bin.Ez di vê baweriyê de me û dizanim jî ku, wextê birayekî me ji Hewlêrê tê Diyarbakir, Ankara yan Istanbul (Stenbol), matmayî namîne. Wisa hest dike, ku gelek carên din hatiye. Di rastiyê de, dema ku hem cîran û hem jî bira bîn, pêwendî pêş dikevin.

 

Dibêjin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê daxwaza 3 milyar dolar deyn kiriye. Tirkiye amade ye wê deynê bide, dê çi cure alîkariyan bike?

 

Ez hejmaran nizanim. Lê belê em dizanin, ku di hin waran de pirsgirêk û kêmasiyên wan hene. Ev mimkun e. Di wan serdeman de, di wan 10 salên dawiyê de û heta îro, her îmkanek hebe, Hewlêrê çi xwastibe, Tirkiye di çarçoveya îmkanên xwe amade bûye, alîkarî daye. Ew tiştên lawekî ne, çi hewce be, dibe biaxavin û were kirin.

 

Tê gotin, ku Tirkiye li dijî Qendîlê amadekariya operasyoneke weke Mertala Firatê dike. Rewşek wiha heye?

 

Qendîl, hêlîna PKKê ye. Tirkiye ji Qendîlê ve zirarên dibîne. Roj nîne, ku li bajarekî Tirkiyê, bi destê qatilekî DAIŞê yan jî qatilekî PKKê welatiyên bêguneh nemirin. Li Enqerê, Izmîrê, Entabê (Dîlokê), Stenbulê, li gelek bajaran 2-3 sal e ku li dijî terorê têkoşîn tê kirin. Îro em zirarên dibînin. PKK heqîr e, DAIŞê jî. Dijminên mirovan û bêgunehan in. Rêya ku girtine pêş, şaş e.

 

Nahêlin Kurd bigihîjin mafên xwe yên demokratîk. Di xizmeta aliyên din de ne. Di ximzeta wan de ne, ku aloziyê li Rojhilata Navîn dixwazin. Tiştek ku hikûmeta Hewlêrê bikare bike, hebe, em dixwazin alîkariya me bike. Hêza wan têrê neke jî, em dizanin dilê wan bi me re ye. Ji ber wê jî em têkoşîna xwe bi tena serê xwe dimeşînin.

 

Serokomar Recep Tayyip Erdogan gotibû, me pêvajoya aştiyê daniye sarincê. Pêvajo dê kengê ji sarincê were derxistin? Îhtimala destpêkirinek din heye?

 

Kurd hevwelatiyên me ne. Dewleta Kurdan, Tirkiye ye. Hikûmeta me û partiya me, ji destpêkê ve ti demî , cudahî nexistiye navbera kurdan û tirkan. Pêşxistina demokrasiyê, zêdekirina mafên bingehîn tak, dê zêdetir hevwelatiyên me razî û dilxweş bike. Ya ku em dixwazin, ev e. PKK vê naxwaze, şer dixwaze. PKK ji xwînê dixwe (can digire). Her çi qasî ku xwîn birije, wê qasê bihêz dibe. Wisa lê nehatiba, dê 4-5 sal berî niha aramî hatiba. dê gulên buharê bişikvtina. Dê li Kurdistanê, keç, zilam û hemû xelk, dê her kes bextewer ba. Dê gulên aştiyê bişikvîbana, lê belê wan xwîn rijandin ser wan.

 

Nexwasin ev pirsgirêk bi şêweyekeê aştiyane were çareserkirin. Hinekan li ber guhên wan xwadin, ku em dê vê hikûmeta birûxînin. Ji wan re gotin, çekên xwe ji Tirkiyê dernexin. Guhê xwe dane wan. Ew kî ne, her kes dizane. Di Gulana 2013ê de, kê bûn bûyerên Gezi Park a Stenbolê kirine hincet, kê bûn ewên ku cara yekem şûrê xwe derxist, kê ew çadir şewitandin, ew in. Paşê kê bi hinceta Kobanî, bajarên Tirkiyê rûxandin? PKK. Em di serdemek wiha re derbas dibin, ku ji her çar aliyan, kurd, tirk, ereb, ecem, şîe, sunnî û her kesê li Rojhilata Navîn bûye armanc. Kê wan dikuje? Yek DAIŞ e, duyem jî PKK ye. Li Sûriyê jî PYD/YPG ye. Û FETO. Ev jî şirîkê wan e. Bi hev re kar dikin.

 

Di vî warî de belge di destê we de hene?

Belê hene. Hemû kes dizane, şeva 15ê Tîrmehê PKKê ferman daye endamên xwe û gotiye îşev êrîşê leşkeran nekin. Ji ber ku hesab û armanca wan yek e. PKK jî û rêxistina FETO jî li ser hesabê hêzên navdewletî kar dikin. Li ser navê wan van karan dikin, ne li ser navê kurdan, tirkan û yê xwe. Di vî warî de bi sedan delîl û belge di destê me de hene.

 

Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag ligel hejmareke parlamenteran di girtîgehan de ne. Dozên derbarê wan de ji aliyê serdozgerên ser bi Cemaeta Gulen ve hatine vekirin. Girtina wan bandorê li çareseriya pirsgirêka kurd nake?

 

Di serî de em bînin bîra xwe, van gotin werin em derbarê parlamenteran de hemû dosyeyan vekin. Em ji ti tiştekî natirsin. Dema ev yasa di parlamentoyê de hate dengdan, ji sedî 70 zêdetir deng wergirt. HDPê jî xwest ev qanûn were erêkirin. Hemû kes jî dizane ku pêwendiya hinek parlamenterên wan ligel PKKê heye. Piştî yasa hate pesendkirin û dozgeran dozên wan vekirin, wan gotin em naçin îfade bidin. Eger kesek rabe û eşkere bêje, “ez dewletê nas nakim, hûn çi mêr in werin bi zorê îfadeya min bistînin” êdî mafê wî nîne bêje ne heqî li min kirine. Dê doz û îddîayên derbarê wan de  wiha bê domandin. Eger ti sûcek wan nebe jixwe dê serbest werin berdan.

 

Ji bo ji nûve avakirina bajarên hatine wêrankirin proje hatine amadekirin. Lê di vî mijarê de gazin jî hene û dibêjin hê jî dest pê nekiriye. Rewşa projeyan çawa ye.

 

Li Diyarbekirê beriya çend rojan dest pê kir. Wezîrek jî çûbû wê derê. Li taxa Fatihpaşayê, ku cihê herî zêde hatibû wêrankirin, projeya yekemîn dest pê kir. Bi giştî dê 35 hezar xaniyên nû bên avakirin. Eger îrade hebe û îmkan jî hebe, dê hikûmet bikare di demeke kurt de ji nûve ava xaniyan ava bike. Di dema erdheja Wanê ya sala 2011ê de bajêr xirabû lê hikûmetê di demekê kurt de careke din gelek avahî çêkirin. Li Diyarbekirê 6-7 tax ji ber teqînan bi destê PKKê hatibûn wêrankirin. Li wir gelek kesan li ser rûbereke biçûk ji xwe re xanî çêkiribû. Ji bo hemû kes bigihe mafê xwe, dem dixwaze. Ew bajar bajareke kevn e û ez jî ji Diyarbekirê me. Bajarekî xweş û giring e. Sembola bajêrvaniyê ye, ku cîhan hemû jî dizane ka bajareke çawa kevn û delal e. Heta destpêkirina şerê PKKê jî kurd, tirk û mesihiyan di nav de bi aştiyane jiyana xwe derbas dikirin. PKK dibêje bila hemû kes weke min bifikire û hemû kes weke min kar bike. Yên weke wan nafikirin û îradeya xwe naspêrin wan jî ew dibêjin mafê wan ê jiyanê nîne. Ji ber vê êrîş dikin, dikujin û mafê jiyanê nadin. Ji ber vê yekê, berî xelk ji ber zulma dewletê diraviyan lê niha ev 10 sal in gelek kes ji ber zulma PKKê reviyane. Înşallah dê di demsala nû de gelek kes vegerin malên xwe.

 

Hûn weke AK Partî dixwazin sîstema serokatiyê bînin. Di parlamentoyê de kar li ser vê yekê dikin û MHP jî piştgirî dide. Hinek alî vê yekê weke sîstema dîktatoriyê dinirxînin. Nêrîna cenabê we çi ye?

 

Ev yek ne rast e ku dibêjin sîstema dîktatoriyê ye. Serokomar ji aliyê gel ve tê hilbijartin. Di sala 2007ê de Destûra Bingehîn hate guhertin. Serokomar û parlamento ji aliyê gel ve tên hilbijartin. Parlamento him qanûnan çêdike û him jî wezîran diyar dike. Wezîr di heman demê de parlamenter e. Min bixwe jî wezîrtî kir. Lê ev ne rast e. Di destûra berî de berpirsiyariyên serokomar pir bûn lê desthiladariya wî nebû. Dîktaorî ev bû. Di yasayên nû de, eger gel jî biryar bide, em dibêjin bila berpirsiyarî û desthilata serokomar jî hebe. Weke ya li Fransayê. Weke ya Amerîkayê. Di van tevan de dîktatorî hebe em qebûl dikin ku li Tirkiyê jî dîktatorî heye.

 

Her diçe nirxê dolarê bilind dibe. Gelo krîza darayî heye?

 

Di mijara bilindbûna buhayê dolarê de bandora karên navdewletî heye. Pêwîste di van mijaran de biryar bên wergirtin. Tirkiye xwe amade dike biryaran bistîne. Di vir de hest ne lê aqil pêwîst dike. Hikûmet jî niha dê vî yekê bike û tedbîrênx we bistîne.