Akdogan: Ronahî hat xuyandin

 

Enqere (Rûdaw) – Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Yalçin Akdogan di derbarê “pêvajoya çareseriyê” de êrênî axaft û got: “Ronahiya serê tunelê niha tê xuyandin. Em bihêvîne û hewldanên me jî dilsoz in.”

 

Yalçin Akdogan ji bo televîzyona Haberturkê rojev nirxand.

 

Akdogan derbarê pêvajoya çareseriyê de ragihand ku piştî bûyerên Kobanî hinek alozî derketin lê paşê dîsa rewş aram bû.

 

Akdogan diyar kir ku pêvajoya çareseriyê didome û wiha got: “Ronahiya serê tunelê niha tê xuyandin. Em bihêvîne û hewldanên me jî dilsoz in.”

 

Cîgirê Serokwezîrê Akdogan herwiha li ser biryara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wekî partî beşdarî hilbijartinan jî bibe axaft.

 

Akdogan di derbarê vê yekê de wiha got: “Heger baweriya wan li wan be ewê wekî partî beşdarî hilbijartinan bibin û benda hilbijarinê jî dê ji xwe re nekin pirsgirêk. Lê heger baweriya wan li wan neyê ji beriya niha çawa beşdar dibin bila dîsa wê rêyê biceribînin. Ev yek neya bazarkirinê ye û em li ser bazarê jî nakin.”

 

Akdogan li ser pirsa “Gelo pêvajo girêdayî hilbijartinê ye?” wiha bersivand:

 

“Pêwîst e em di demek kurt de encamê bistînin. Çi rojên diçe ji kêsî me diçe. Em dixwazin û hewl jî didin ku ji beriya hilbijartinan pirsgirêkan çareser bikin.”