DEM Partiyê li parlamentoyê êrişên li Rojavayê Kurdistanê protesto kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Koma DEM Partiyê ya Parlamentoyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê ragihand ku siyaseta Tirkiyeyê ya derve ya li ser dijminatiya Kurdan berdewam dike.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê ya Parlamentoyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê îro li Parlamanetoya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke medyayê êrişên li Rojavayê Kurdistanê protesto kirin.

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku nabe Tirkiye di navxweyî de destê aştiyê dirêjî Kurdan bike û dijminatiya Kurdên li parçeyê din bike.

“Divê Tirkiye destê xwe dirêjî hemû Kurdan bike”

Koçyîgîtê her wiha tekez kir ku divê Tirkiye destê xwe dirêjî “Kurdên li Tirkiye, Rojava, Başûr û Rojhilat” bike û di navbera Kurdan de cudahiyê neke.

Parlamentera DEM Partiyê amaje bi yekê kir ku Rojavayê Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê ne gef e û ewlehiya sînor tenê bi rêya aştiyê dikare bê dabînkirin û wiha pê de çû:

“Ji 27ê Çiriya Paşîn ve Tirkiye hêzên di bin kontrola wê de yên ku demeke dirêj e perwerde dike û bi çek dike û çavkaniyên lojîstîkî, leşkerî û siyasî pêşkêş dike û hema bêje li Tirkiyeyê bi cî dike ku navê wan jî kiriye Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê dişîne ser Kurdan.

“Şerê HTŞyê nakin lê şerê hezên Kurdan dikin”

We dîtiye ku îro Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê şerê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) dike? Na em nabînin.

Li kû derê şerê hev dikin, li cihên ku talan hebe. Hevdû bi talanê tohmetbar dikin û li wan deran şerên biçûk rûdidin.

Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê îro şerê kê dike? Şerê HTŞ ya ku ji aliyê Tirkiyeyê û Neteweyên Yekbûyî ve wekî rêxistineke terorî tê qebûlkirin, nake.

Li şûna wan bi hêzên Kurdan re şer dikin ku tenê Tirkiye û Qeter wekî rêxistineke terorî bi nav dikin lê li hemû cîhanê ne rêxistina terorî ye.

Êrişî hêzên Kurdan dike, êrişî erdnîgariya Kurdan dike û êrişî herêmên di bin kontrola Kurdan de dike.

Ev çi nîşanî me dide? Berdewamiya siyaseta derve ya Tirkiyeyê ku demeke dirêj e li ser dijayetiya Kurdan, Kurdofobiyayê, dijminatiya Kurdan û bila ti deskeftiyeke Kurdan nebe hatiye avakirin, nîşan dide.”