Gergerlîoglu: Dema bi Kurdî be deng tê birîn lê Îngilîzî nayê birîn

8 demjimêr berê
Nîşan Omer Faruk Gergerlîoglu Bekîr Bozdag Kurdî Îngilîzî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu bertek nîşanî Serokwekîlê Parlamentoya Tirkiyeyê da û got, “Dema ez li vê derê bi Kurdî diaxivim, hûn dengê min dibirin lê ez niha bi Îngilîzî axivîm we nebirî.”

Omer Faruk Gergerlîoglu 26ê Çiriya Paşîn a 2024an li Parlamentoya Tirkiyeyê çend gotinên bi Kurdî û kiribûn lê Serokwekîlê Parlamentoya Tirkiyeyê Bekîr Bozdag dengê wî birîbû û nehiştibû ku bi Kurdî biaxive.

Gergerlîoglu doh dema gotûbêjên budceya 2025an li parlamentoyê nerazîbûn nîşanî qedexeyên li ser zimanê Kurdî da û got:

“Welatiyên Kurd diçin nexweşxaneyan, wergêrê Kurdî nîne. Wergêr deynin û bila pirsgirêk çareser bibe, bi welatî derdê xwe bibêjin.”

“Derdê we ew e ku bi Kurdî neyê axaftin”

Gergerlîoglu pişt re behsa bazirganiya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de kir û bi Îngilîzî got: “Stop Fueling Genocide.”

Gergerlîoglu ji Bekîr Bozdag re got, “Ez bi Îngilîzî axivîm û we dengê min nebirî lê dema ez bi Kurdî diaxivim hûn dengê min dibirin.

Derdê we ne axaftina bi Tirkî ye, derdê we ew e ku bi Kurdî neyê axaftin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst