Dema parlamenterê Saadetê behsa ‘xezeba Xwedê’ dikir krîza dil lê da

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Partiya Saadetê yê Kocaeliyê Hasan Bîtmez dema li ser kursiya Parlamentoya Tirkiyeyê diaxivî krîza dil derbas kir.

Bîtmez di nîqaşên budceyê de mafê axaftinê werirt.

Parlamenterê Saadetê beriya ku krîza dil derbas bike AK Partî kir armanc û got:

“Hûn şirîkê sûcê Îsraîlê ne. Hûn nikarin xwe ji xezeba dîrokê û xezeba Xwedê xelas bikin.”

Bîtmez piştî vê axaftina xwe ji kursiyê ket xwarê û serê xwe li derenceyên kursiyê xist.

Tîmên tenduristiyê Bîtmez bi ambulansê rakir nexweşxaneya bajêr.

Li gorî agahiyan, tedawiya wî berdewam dike û metirsî li ser jiyana wî heye.