HDPê daxwaz kir ku qedexeya li ser perwerdeya zimanê dayikê bê rakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyê gotûbêjên derbarê projeyasaya budceya 2023an de berdewam in. Roja Yekşemê gotûbêj li budceya Wezareta Perwerdeyê hatin kirin. Parlamenterên HDPê daxwaz kirin ku qedexeya li ser perwerdeya zimanê dayikê bê rakirin.

Parlamenterê HDPê yê Antalyayê Kemal Bulbul got “Ji bo çi perwerdeya bi zimanê dayikê nîne. Ji bo çi sala 2021-2022ê, di yekemîn çaryeka sedsala 21emîn de perwerdeya bi zimanê dayikê qedexe ye? Binêrin ev tawan e. Nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê tawan e. Dema dibêjin qedexe ye, helbet li kolanê tê axavtin, lê li saziyan qedexe ye, di sektora perwerdeyê de qedexe ye.”

Ji bo yasayîbûna perwerdeya bi zimanê dayikê, pêwîstiya Tirkiyê bi guhertineke bingehîn heye, di destpêkê de guhertina xalên ku nayên guhertin ên destûrê hene. Ji ber li gor destûra Tirkiyê hemû welatî Tirk in û zimanê wan Tirkî ye.

Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier dibêje “Niha li gor destûrê li Tirkiyê Kurd nînin. Nayên naskirin. Xala sêyem a destûrê, xala 42emîn a destûrê bi awayekî eşkere diyar kiriye. AKP di dema 20 salên desthilata xwe de, hê jî berevaniyê lê dike.”

CHP jî ku mezintirîn partiya opozîsyonê ye li Parlamentoya Tirkiyê dibêje, dema bibin desthilat mafê perwerdeya bi zimanê dayikê li wî welatî bo hemû kesan cîbicîh dikin.

Parlamenterê CHPê yê Enqerê Yildirim Kaya ragihand “Em dê ji bo hemû kesan, perwerdeya sekulerî, zanistî, demokrasiyê, têkel, belaş û zimanê dayikê pêşkêş bikin.”

Di gotûbêjan de tiştê balkêş ew bû, Wezîrê Perwerdeya Tirkiyê bersiva hemû rexneyên li dijî wezareta xwe da, lê bi ti awayî behsa perwerdeya bi zimanê dayikê nekir.

Li Tirkiyê perwerdeya bi zimanê dayikê di destûrê de qedexe ye. Tekane zimanê fermî yê perwerdeyê Tirkî ye. Herçiqas ji sala 2012an ve bo yekem car di dema desthilata AK Partiyê de Kurdî wek dersa bijarde ket nav sîstema perwerdeyê di polên navendî de, lê tayînnekirina mamosteyên Kurdî di asta pêwîst de û danîna hejmarek şert û merc bo vekirina polên Kurdî, li pêş vê pêvajoyê astengiyeke mezin e.