Kiliçdaroglu li pêşiya Wezareta Dadê: Bila dewlet rabe ser pêyan!

12-12-2022
RÛDAW
Nîşan CHP Zewaca Zarokan Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu û berpirsên pê re ji bo balkişandina ser mijara H.K.G ya ku di 6 saliya xwe de li Weqfa Hîranurê hatiye zewicandin heta Wezareta Dadê ya Tirkiyê meşiyan û li wir daxuyaniyek da çapemeniyê.

Serokê partiya sereke ya opozisyona Tirkiyê duh Şemiyê ji nişka ve ji bo îro Duşemê ji bo koma parlementoyê ya partiya xwe biryara civîneke awarte dabû.

Civîna Serokê CHPê yê bi koma parlementoyê ya partiya xwe re 10 xulekan dewam kir. Piştî civînê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi parlamenterên pê re li ber avahiya Wezareta Dadê daxuyanî da.

"Wezareta Dadê bêdeng dimîne"

Kemal Kiliçdaroglu di daxuyaniya xwe ya li pêş Wezareta Dadê de got, “Baş e ku li vî welatî rojnamevan hene. Wan nûçe çêkirin û me jî bihîst. Em li ber Wezareta Dadê ne. Em li pêşberî saziya ku dê dadperweriyê pêk bîne ne. Wezareta Dadê bêdeng dimîne. Kes nizane Wezareta Malbatê çi dike. Her wiha fotoromanek heye. Destên polîsan girê daye. Kî li pêşiya polîsan disekine? Ji ber çi sedemê van dosyayan digirin? Ew hêza xwe ji kê distînin? Li hemberî vê neheqiya ku li keçeke me ya 6 salî tê kirin kî bêdengiya xwe diparêze? Û bi israr bêdengiya xwe diparêze.”

"Ez ji bo ku bibim dengê wê li vir im"

Kemal Kiliçdaroglu anî ziman, “Ez ji bo ku bibim dengê vê keça me hatim. Em dadperweriyê dixwazin. Ev zaroka me ye, keça me ye. Ez dixwazim ji vir gazî vê keça me bikim. 84 milyon mirov heman êşa di dilê te de parve dikin. Divê em hemû bi hev re li dijî vê neheqiyê têbikoşin. Ez nikarim vê neheqiyê ragirim.”

“Bila dewlet rabe ser pêyan”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu her wiha li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsî Wezareta Dadê gav neavêtiye.

Kiliçdaroglu di peyama xwe ya li ser Twitterê de got, “Bi rojan e em nikarin li xwe werin. Bi awayekî berdewamî destdirêjî li pitikeke 6 salî kirin. Hîn bêhna şîr ji keça me dihat. Wezîra Malbatê jî destnîşan kir ku 2 sal in haya wan ji meseleyê heye. Em fêm dikin ku Wezareta Dadê her çend ev tişt dîtibû jî fermana operasyonê neda, ev xerabiyeke bi rêxistinî ye. Heta ku ev operasyon neyê kirin wê alozî zêdetir bibe. Ez dixwazim bang li keça xwe bikim: Em bi te re ne, em hemû li aliyê te ne. 84 milyon, ciwan, pîr, bawermend, bêbawer, dîndar, ateîst, em hemû bi te re ne keça min. Sernixumandî an vekirî, hemû ciwan bi te re ne keça min! Bila ev dewlet rabe pêyan! Polîsên me yên leheng li benda fermana operasyonê ne!”

Zewicandina zarokekê di şeş saliya xwe de li Tirkiyê bûye cihê nîqaş û karvedanan. Ew zarok niha xanimeke mezin e û piştî ku ji hevjînê xwe cuda bûye, li dadgehê giliyê wî kiriye.

Bavê keçikê yek ji damezrînerên Weqfa Hîranur e ku ser bi Cemaeta Îsmaîlaga ve ye û ji terîqeta Neqşîbendî ne. Sala 2002an dema ku keça wî şeş salî ye bi murîdekî xwe yê 29 salî re zewicandiye.

Ev heftiyeke ev mijar di rojeva Tirkiyê de ye û her wiha di civînên Parlamentoya Tirkiyê de jî yek ji mijarên sereke ya partiyan bû û li ser vê yekê partiyên opozisyonê siyaseta AK Partiyê û pêwendiyên wê yên bi wan terîqetan re rexne kirin û daxwaza cezakirina tawanbaran kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst