Li Antalyayê lehî: Li navçeya Kumluca jiyan rawestiya

12-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kumluca ya ser bi parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyê ve, piştî baraneke zêde lehî rabû û hejmareke zêde mal û kargeh di bin avê de man. Şaredarê Kumlucayê ragihandiye, ji ber lehiyê li Kumlucayê ewlehiya can û mal nemaye.

Li Kumlucayê doh piştî nîvro baraneke zêde bariya û demjimêrên êvarî çem û rûbar di ser re avêtin û pir hilweşiyan. Barana zêde bû sedema lehiyê û li navenda navçeyê hejmareke zêde mal û kargeh di bin avê de man û otomobîl ketin ber lehiyê.

Şaredariya Kumlucayê ji welatiyan daxwaz kir ku ji malên xwe dernekevin û xwe li cihên ewle biparêzin.

Serokê Şaredariya Kumlucayê Mustafa Koleoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku nikarin li hember lehiyê tiştekî bikin û ewlehiya can û mal li Kumlucayê nemaye. Herwiha ji ber lehiyê li Kumlucayê gelek rê hatine girtin û dibistan jî bo rojekê hatin girtin.

Mustafa Koleoglu got, “Li Kumluca barana ku demjimêrên êvarî destpê kir, bi taybetî ji zozanan lehî rabû, çem û rûbaran di ser re avêt, pirên me hilweşiyan û hemû dikan û kargeh di bin avê de man. Nasekine berdewam dike û li navenda Kumluca ewlehiya can û mal nemaye. Makîneyên kar nikarin biçin pêş.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst