Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê dê li ser mûçeyê kêmane bicive

12-12-2022
RÛDAW
Nîşan Mûçeyê Kêmane Hikûmeta Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mûçeyên kêmane ji mijarên serekeyî Turkiyê ye. Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê dê li ser mijara gotûbêjkirina mûçeyê kêmane ku çavê xelkê li vê biryarê ye bicive.

Biryar e îro Duşemê 12ê Kanûna 2022an bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Koşka Beştepe civîna Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê bê lidarxistin.

Di civînê de yek ji mijarên sereke wê gotûbêjkirina zêdekirina mûçeyê kêmane be ku ev demeke di rojeva vî welatî û parlemantoyê de ye, ku partiyên opozisyonê di derbarê zêdekirina mûçeyê kêmane de pêşniyarên xwe hene.

Her wiha tê çaverêkirin ku di civînê de mijara temenê xanenîşîniyê jî yek ji mijareke din a gotûbêjan be.

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyê herî dawî di roja 28ê Mijdara 2022an de civiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst