Li Tirkiyê 3 youtuber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê sê youtuberên ku li nav gel derbarê rewşa Tirkiyê û nêrînên gel ên li ser desthilatê bi xelkê wî welatî re roportaj dikirin hatin desteserkirin.

Li gor zanayariyan, îro 12ê Kanûna 2021ê sê youtuberên bi navên Mehmet Koyuncu, Hasan Koksoy û Arîf Kocabiyik ku li bajar û bajarokên cuda ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê digeriyan û bi gel re roportaj dikirin di operasyonekê de hatine destserkirin.

Youtuberên ku hatin desteserkirin piraniya caran derbarê rewşa Tirkiyê û rêvebirina welat de li ser cadeyan pirs ji xelkê dikirin û nêrînên wan di kanalên xwe yên youtubê de belav dikirin. Wan youtuberan li ser hesabên xwe yên medya civakî ragihandine ku ew ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desteserkirin.

Li ser hesabê medya civakî ya Hasan Koksoy ku kanala wî ya youtubê bi navê “Kendine Muhabir” wate peyamnêrê bo xwe ye, peyamek hatiye belav kirin û tê gotin: “Di demjimêr 7ê sibehê de polîsan bi ser mala me de girt û komputer û hemû amûrên me yên ragihandinê birin. Polîsan niha hevjînê min Hasan Koksoy li erebeya polîsan siwar kirin û birin.”