Hewlên Banka Navendî bo daxistina nirxê dolar bê sûd in

12-12-2021
Ferdî Sak
Babacan dibêje bi destkariya Banka Navendî nirxê diravan danakeve
Babacan dibêje bi destkariya Banka Navendî nirxê diravan danakeve
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Tirkiyê jî hewl dide rê li ber daketina nirxê lîre bigire,  ji ber wê, Banka Navendî destwerdanê di bazaran de dike û dolar û diravan difiroşe. Partiyên opozîsyona Tirkyê jî, destwerdana Banka Navendî bi tundî rexne kir û di wê bawerê de ye ku Banka Navendî ti carî nikare bi wan rê u rêbazan rê li ber daketina lîreya Tirkiyê bigre.

Ev demek e Banka Navendî ya Tirkiyê ji ber bilindbûna zêde ya nirxê dolarê Amerîkî û diravên biyanî li beramber lîreyê Tirkî, destkariyê di bazaran de dike û dolar û diravan  difiroşe,  ji bo ku rêgiriyê li bilindbûna zêde ya nirxê wan bike.

Lê partiyên opozîsyonê rexneyan li vê pêngavê digirin û di wê baweriyê de ne ku ev hewlên Banka Navendî nikarin rê li ber bilinbûna nirxê diravan bigirin.

Serokê DEVAyê Ali Bababacan dibêje: “Bi vê destkariya Banka Navendî nirxê dirav danakeve. Ev yek bi kêr ti tiştekê nayê. Binê hawuzê qûl e, ji ber vê yekê jî hûn çiqas avê bixin têde hûn nikarin tije bikin. Ew hewl didin vê yekê bikin, lê ev yek nepêakan e û nikarin bikin. Jixwe ew diravê ku Banka Navendî difiroşe jî diravê bi deyne hevalno. Banka Navendî bixwe pereyên biyanî nîne.”

Herî dawî roja Înê 10ê Kanûna 2021ê Banka Navendî ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan bo rêgirtina bilindbûna nirxê diravan a bi awayek bê serûber rasterast destkarî di bazarê de kirine û dirav firotine. Berî daxuyaniya Banka Navendî her dolareke Amerîkî gehiştibû derdora 13.95ê lîreyên Tirkî, piştî daxuyaniyê her dolarek bo 13.73 lîreyan daket, lê ev yek bê kêr bû, ji ber piştî çend demjimêran careke din dolar gehişt derdora  13. 90 lîreyan.

Beşek ji opozîsyonê jî dibêje heta ku polîtîkayên hikûmetê neyên guhertin ev pêngavên daxistina nirxê dolar dê bê encam bin.

Parlamenterê ÎYÎ Partiyê Erhan Usta jî got: “Îro hûn dizanin Banka Navendî niha destkariyê di bazarê de dike. Eger ez ne xelet bim, dolar geheştibû heta 13.95 lîreyan,  heta 14 lîreyan hatibû. Destkariyek hat kirin, hevalno ti encam ji van destkariyan dernakeve. Tişta xelet polîtîka ye, heta hûn polîtîkayê neguherin, ev ji xeynî xerckirina diravên ku me bi deyn wergirtine kêr tiştekî nayê.”

Piştî ku di çend mehên dawî de nirxê lîreyê Tirkî bi awayekî tund li beramber diravên biyanî daket û derdora ji sedî 40 nirxê xwe ji dest da, nirxê kelûpel û pêdiviyên sereke di nav bazarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zêde dibe. Aborînas pêşbînî dikin ku heta dawiya sala 2022ê her dolareke Amerîkî  15 lîreyên tirkî derbas bike, hikûmet jî bi pêngavên demkî hewl dide dolar bi di bin 14 lîreyan de bihêle.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst