Edirne: Di nav trênê de 40 koçber hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên polîs ên Tirkiyê li stasiyona Trênê ya Edîrneyê 40 koçber girtin, ku dixwestin bi rêyên qeçax biçin welatên Ewropayê.

 

bi trênê ji Stenbolê dihatin û dixwestin bi rêyên qeçax biçin welatên Ewropayê. Di nav koçberên girtî de jinek jî heye.

 

Li gorî medyaya Tirkiyê, şeva derbasbûyî saet derdora 23.00an li stasiyona Trênê ya bajarê Edirne yê Tirkiyê, li ser zanyariyên ku di trêna Stenbol-Edirneyê de kesên biyanî hene, hêzên Rêveberiya Ewlekariyê ya Edirneyê dest bi pişkinîna rêwiyan kirin.

 

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, kesên ku paseport an nasnameyên wan nebûn ji rêwiyên din ên nav trênê cuda kirin û dest bi pişkinîn û lêpirsînê kirin.

 

Di pişkinîna polîsan de, 1 jê jin 40 koçberên Felestînî, Lîbyayî, Cezayîrî û Mexribî (Fas) hatin girtin ku bi rêyên qeçax xwe gihandibûne Tirkiyê.

 

Li gorî agahiyan, wan koçberan dixwestin ku bi rêyên qaçaxî û ji axa Tirkiyê ve di ser axa Bulgarîstan û Yunanîstanê re biçin welatên Ewropayê.

 

Koçberên desteserkirî piştî pişkinîna tendirûstî, radestî Rêveberiya Koçê ya Edirneyê hatin kirin.

 

Di çend mehên dawiyê de, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê rêkarên xwe li hember koçberên neyasayî li wî welatî tundtir kirine û hejmara koçnerên ku ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve têne girtin, gelek zêde bûye.