ROJEVA TIRKIYÊ – Ji aliyekê ve Orşelim ji aliyê din ve Efrîn

12-12-2017
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Stenbol
Stenbol
Nîşan Rojeva Tirkiyê Rûsya Orşelîm Efrîn Erdogan
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Di rojeva medyaya Tirkiye de îro 12-12-2017, babeta sereke seredena Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a bo Enqere ye.

 

Medyaya Tirkiye îro giringî da seredena Pûtîn a Enqereyê. Weke tê zanîn Pûtîn û Erdogan di nava salekê de 8emîn car li hev rûniştin. Pûtîn piştî seredana xwe ya Misrê, berê xwe da Enqerê û li vir ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hate pêşwazîkirin.

 

Di ajandeya Pûtîn-Erdogan da du mijarên sereke hebûn, ku yek biryara Trûmp a derbarê Orşelîmê de bû û ya din jî rewşa Sûriyeyê bû. Herdu serokan ev mijar bi firehî gotûbêjkirin û li gorî çavdêr û medya Tirkiye operasyona li hemberî Efrînê jî hatiye gotûbêjkirin.

 

Li gorî îdiayan Pûtîn fermana vekişandina leşkerên xwe yên li derdora Efrînê daye. Ew jî weke pêşxebera operasyona li hemberî Efrînê tê nirxandin.

 

Li aliyê din Erdogan di gotara xwe de da zanîn ku ew û Pûtîn di warê Orşelim de xwedî helwesteke heman in. Li hêla din derbarê saroxên S-400 yên Rûsî de jî herdu aliyan li hev kirine. Çaverê ye ku di nava hefteyekê de biryara dawîn bê dayîn.

 

Pûtîn beriya ku bigihîje Tirkiye jî li Himêmî mê li gel serokê Sûriyeyê Beşar Esad civînek pêk anî. Televizyon û rojnameyên Tirkiye jî bi giranî manşetên xwe li ser van babetan danîne.

 

Hurriyet: Emê bi Tirkiye re çareser bikin

 

Li gorî rojanameyê, Serokê Rûsyayê Viladîmîr Pûtîn ragihand ku ewê ji bo çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê bi Tirkiye û Îranê re bixebitin. Serkirdeyê Rûsî piştî gera xwe ya li herêmê hat Enqereyê û bi Erdogan re rûnişt.

 

Sabah: Îmzeya S-400an vê hefteyê temam e

 

Sabah dibêje, “Ji lûtkeya Pûtîn-Erdogan krêdiya di derbarê sîstema bergiriya ezmanî S-400an derket. Erdogan biryarên ku ji lûtkeya dîrokî derketine di preskonferansa hevpar de eşkere kir. Erdogan angaşt ku ew û Pûtîn di derbarê Qudsê de xwedî helwesteke hevpar in. Herwiha mijarên weka Akkûyû, hinardeya tirk û zêdekirina bazirganiya di nava herdû welatan de hatin gotûbêjkirin.”

 

Milliyet: Hemahengiya Qudsê

 

Erdogan: Îsraîl berdewam e ku bi benzînê biçe şewatê

 

Pûtîn: Biryar wê derbê li pêvajoya aştiyê ya di navbera Îsraîl û Filistînê de ji nav bibe.

 

Arteşa Iraqê bi YPGê re peyman îmzekir

 

Li gorî nûçeyeke Milliyetê, Arteşa Iraqê bi HSDê re li ser parastin û evlehiya sînorê di navbera Iraq û Sûriyeyê de peymanek îmze kiriye. Li gorî agahiyan li Dêyr Ez Zorê bi beşdariya pisporên DYA, Fransa û Brîtanyayê navendeke koordinasyona hevpar di navbera Arteşa Iraqê û HSDê de hatiye avakirin.

 

HaberTurk: Trafîqa nû ya Sûriyeyê

 

Rojname dinivîse; “Erdogan û Pûtîn li Enqere civiyan. Herdu lîderan peyamên ‘hevkariya qewîm’ ragihandin. Erdogan li Enqere bi Pûtîn re civiya ku ew beriya wê jî bi Esad û Sîsî re rûniştibû. Erdogan got hevkariya me xurt dibe.”

 

Karar: Pêşî Esad pişt re jî Enqere

 

Karar dibêje; “Pûtîn piştî biryara Trûmp bi 5 rojan ku deriyê kaosê vedike, di çendeyê wî de 3 mijarên krîtik berê xwe da Enqere. Lê weke dema Soçiyê jî kiribû, sûrprîzek kir û beriya ku bi Erdogan re rûne berê balefira xwe da Şamê û li baregeha Rûsî bi Esad re civiya.”

 

Yenî Şafak: Efrîn, yan li rê ye yan li derî ye

 

Ev rojname jî dide xuyakirin, ku “Serokê Rûsyayê Pûtîn bi biryarake surprîz fermana vekişandina leşkerên xwe yên ji Sûriye ragihand. Fermana ku Pûtîn li Lazkiyê da leşkeran, bi taybetî ewê dengeyên Efrînê biguhire ku di bin dorpêça PKKê de ye. Li herêmê 300 leşkerên Rûsî hene. Vekişîna leşkerên rûsî wisa tê nirxandin da ku operasyona Tirkiye ya li hemberî Efrînê yan li rê, yan li derî ye.”

 

Akşam: Xema hevpar bo Qudsê

 

Akşam dinivîse, “Seromkomarê Tirkiyê Erdogan bal kişande ser hêrsa ku piştî biryara Qudsê li cîhanê belav dibe. Got kû ew û Rûsya xwedî helwesteke hevpar in.”

 

Akît: Ewê nikaribin xwîna bi destên xwe ve paqij bikin

 

Akît cih dide gotinên Recep Tayyip Erdogan ku gotibû, ewên ku Quds ji misilmanan re kirine zindan ewê nikaribin xwîna li destên xwe paqij bikin. Erdogan diyarkir ku ew û Pûtîn jî di warê Qudsê de xemeke hevpar dikin.

 

Vatan: S-400 Temam e

 

Serokomar Erdogan û hevtayê wî yê Rûsî di derbarê S-400 de destê hev girtin. Hate ragihandin ku pêyman wê di nava çend rojan de bê îmzekirin.

 

Gotara Erdogan di derbare Orşelîmê de

 

Erdogan beriya ku bi Pûtîn re bicive beşdarî bernameya roja mafên mirovî bû ku ji aliyê partiya wî ve hatibû sazkirin. Serokomarê Tirkiyê li vir jî peyamên tund ragihandin û tawanên giran dîsa li Trûmp û Netenyahû kirin.

 

Star: Quds peytexta Filistînê ye

 

Rojname cîh dide van gotinên Erdogan: “Emerîka bi vê biryarê bû şîrikê xwîna ku li Qudsê dirije. Recep Tayyip Erdogan got ku biryara Trump ne di xema Qûdsê de û ne jî di xema alema îslamê de ye. Herwiha Serokomarê Tirkiyê ji bo Trûmp jî got, “Tu dê bixwe lêxî û bixwe jî bilîzî.”

 

Takvîm: Tû dê bixwe lêxî û bixwe jî bilîzî

 

Takvîm di nûçeya xwe ya ser vê mijarê de diyar dike; “Erdogan bertegên tund nîşanî Îsragil dan ku li Qudsê kiryarên terorî dike û bang li li Trûmp jî kir ku dixwaze Qudsê bike peytexta Îsraîl. Tuyê bixwe lêxî û bixwe jî bilîzî.”

 

Dîrîlîş Postasi: Ewê darekê jî nebînin ku xwe di paş de veşêrin

 

Ev rojname jî dibêje; “Serokomarê Tirkiyê diyar kir ku tu giringiyeke biryara Trûmp nîn e. Erdogan çeteya siyonîst ya ku li Qudsê hemû corên zalimanê nîşan didin wiha vexwend cengê: Ewên ku niha xwe weke xwediyê qudsê nîşan didin, ewê sibê darek jî bi dest wan nekeve da ku xwe lê veşêrin.”

 

Mîllî Gazete: Kes nas nake

 

Ev rojname dinivîse: “Çeteya siyonîst ya ku tevî Amerîkayê mil bi mil hewl dide ku li Rojhilata Navîn bi cî bibe, ji alî cîhanê ve nayê qebûlkirin.”

 

Mîlat: Wê ji we re nemîne

 

Mîlat dinivîse: “Erdogan bang li wan kesan kir ku Qudsê bo misilmanan dikin zindan. Erdogan wiha got: Ewên ku Qudsê ji misilmanan re dikin zindan, ewê nikaribin ku xwîna kû di destê wan geriyayê paqij bikin. Ên ku îro xwe weke xwediyê Qudsê dihesibînin ewê siberoj tu darekê jî nebînin da ku xwe dip aş de veşêrin.”

 

Bînalî Yildirim: Hatina Pûtîn ne tiştekî ji rêzê ye

 

Serokwezîrê Tirkiye Bînalî Yildirim jî li parlementoyê di gotûbêjkirina mûçeya sala bê de axivî. Yildirim di derbarê biryara Qudsê da ragiahnd ku hatina Pûtîn ne hatinek ji rêzê ye û wê hin geşedanên nû derkevin.

 

Yildirim ragihand ku ewê piştî ku rewşa Sûriye bi temamî aram bû tirba Suleyman Şah ji nû ve bibin cihê xwe yê berê. Yildirim û Kiliçdaroglû di gotarên xwe yên li parlemenê de tawan û gefên giran li hemberî hev anîn ziman.

 

Aboriya Tirkiye geş bûye

 

Li gorî amarên ku hatine ragihandin aboriya giştî ya Tirkiye di çaryekê sêyem de ji sedî 11.1 geş bûye. Ew babet jî nûçeyeke sereke ye di nava medayay Tirkiye de.

 

Guneş: Tirkiye rabû coşê

 

Guneş dibêje; “Aboriya Tirkiye tevî hemû astengiyan bi qasî 11.1 geş bû û rekoreke dîrokî bidestxist. Tirikiye welatên dêwendam yên weke Çîn û Hîndistanê li dû xwe hiştin.”

 

Bîr Gun: Madem ku aborî geş dibe gel çima nabîne

 

Li gorî TUİKê aboriya Tirkiye ji sedî 11.1 mezin bûye. Li gorî oqozisyon û pisporan jî tu fêydeya wê ji civakê nabe û tenê ji sedî 1 sûdê jê werdigire.

 

Îdiayeke ciyawaz: PKK vîze firotine

 

Rojnameyeke Tirkiye îdia dike ku HSDê belgeyê geştê firotine DAIŞiyan.

 

Yenî Bîrlîk: PKK vîze firotine

 

Ev rojname îdîa dike; “Eşkere bû ku QSD ya ku bi awayekî paravan bi ser PKK-PYDê ve ye belgeyên geştê firotine endamên DAİŞê. Hate ragihandin ku bihayê wan belgeyan ji bo endamên ji rêzê bi 200 dolarî hatine firotin lê di cihên taybet de jî bi hezaran dolaran hatine firotin.”

 

Sozcû: Ew çawa şaredar e

 

Rojnameya Sozcû şaredarê Ovacıka Dêrsim, M. Fatîh Maçoglû û şaredartiya wî ya balkêş kiriye manşeta xwe.

 

Ozgurlukçu Demokrasî: Va ye deshilatiya qeyûman

 

Ev rojname dinivîse, zêdeyî salekê ye ku li Kurdistanê şaredariyên gel ji aliyê rejîma AKPê ve hatine desteserkirin. AKP ya ku di vê pêvajoyê de şaredar zindanî kirin û li cihê wan qeyûm danî, hemû saziyên ku gel bi keda xwe damezrandibûn îmha kir.

 

Doza Reza Zarraf

 

Doza Reza Zarraf ya li Amerîkayê beredwam dike. Şahid û îtirafkarekî nû ku berê li Tirkiye palîsbûye, daye zanîn ku ew kesê ku wan wekê gumanbarê yekem daye zanîn Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan bixwe ye.

 

(N.S)

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst