ENQERE - ‘Gotinên Devlet Bahçelî ji bo siberoja Tirkiyeyê girîng in’

12-11-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
MÎthat Işik û Halîl Îbrahîm Buyukbaş \ Wêne û vîdeo: Rûdaw
MÎthat Işik û Halîl Îbrahîm Buyukbaş \ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Şerê PKK û Tirkiyeyê Devlet Bahçelî Pêvajoya Aştiyê Pêvajoya Çareseriyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Enqere -  (Rûdaw) - Fermandarên malnişîn ên artêşa Tirkiyeyê ku bi salan di şerê li dijî PKKyê de cih girtiye, piştgiriyê didin daxuyaniyên Devlet Bahçelî.

Fermandarên artêşa Tirkiyeyê yên ku niha wekî analîst û şêwirmed kar dikin dibêjin, gotinên Devlet Bahçelî ji bo paşeroja Tirkiyeyê girîng in û dikare "pirsa PKKyê" çareser bike.

Gotinên Devlet Bahçelî yên derbarê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan de û hêvî û daxwazên pêvajoya nû ya çareseriyê hîn jî di rojeva Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de mijarên germ in.

Ji bilî qada siyasî û siyasetmedaran fermandarên berê yên artêşa Tirkiyeyê jî li ser mijarê xwedî helwest û nêrîn in.

Piraniya fermandarên ku di dema xwe de bi PKKyê re şer kiriye niha piştgiriya gotinên Devlet Bahçelî dikin. 

Fermandarê malnişîn Mîthat Işik li ser gotinên Bahçelî got:

“Li Tirkiyeyê her kes dixwaze êdî pirsa terorê were çareserkirin.

Ez jî wekî leşkerekî dixwazim ku êdî li vî welatî teror nemîne.

Xilasbûna terorê dê bibe sedema aramî û dewlemendiya herêma me.”

Beşek ji fermandarên berê yên artêşa Tirkiyeyê bawer dikin ku mijara PKKyê tenê bi çekan çareser nabe.

Li gorî gotina wan projeya Devlet Bahçelî dikare PKKyê bêçek bike û ew jî dê pêşiya gotûbêjan veke.  

“Gotinên Bahçelî di cihê xwe de ne”

Fermandarê malişîn ê bi navê Halîl Îbrahîm Buyukbaş jî anî ziman:

"Gotinên Birêz Bahçelî gelekî di cihê xwe de ne.

Dema em lê dinêrin niha 28 welatên Ewropayê PKKyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.

Çima em vê dertefê bidin wan? Dibe ku di nava PKKyê de kesên dilên wan nerm bûne û ji dewletê hez dikin hebin.

Pêwîst e em derfetekê bidin wan ku ew ji kiryarên xwe poşman bibin.”

Piraniya fermandarên artêşa Tirkiyeyê piştî malnişîniyê dibin endamên Komeleyên Leşkerên Teqawîd.

Gelek ji wan jî li navendên lêkolînên stratejîk wekî analîst û şewirmend dixebitin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst