CHPyê ji bo şopandina 18 wezaretan 18 cîgirên serok diyar kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP), ji bo şopandina karên wezaretên Hikûmeta Tirkiyeyê 18 cîgirên serok diyar kirin.

Piştî hilbijartina serokê nû yê CHPyê Ozgur Ozel, Meclîsa Partiyê yekem civîna xwe kir û rêveberiya ji 24 kesan pêk tê diyar kir.

Di civînê de Ozgur Ozel rêveberiya nû ya partiyê ku ji 24 kesan pêk tê pêşkêşî Meclîsa Partiyê kir û hat qebûlkirin.

Dê 24 cîgirên serokê CHPyê hebin û 18 cîgirên ku neh jin û neh mêr in dê karên 18 wezaretên Hikûmeta Tirkiyeyê bişopînin û kêmasiyan rapor bikin, 6 cîgirên serok jî dê karûbarên partiyê bi rê ve bibin.

Herwiha parlamenterê Îzmirê yê CHPyê Deniz Yucel wekî Berdevkê nû yê CHPyê, Selîn Sayek Boke wekî Sekretera Giştî, Gul Çiftçî wekî Berpirsa Hiqûq û Karên Hilbijartinê, Burhanetîn Bulut wekî Berpirsê Medya û Pêywendiyên Gel, Gokhan Zeybek wekî Berpirsê Rêveberiyên Xwecihî, Ensar Aytekîn wekî Berpirsê Rêxistinan û Ozgur Karabat jî wekî Jimêrya hatin destnîşankirin.