Agir bi avahiyê ket: 99 ofîs şewitîn

12-11-2023
RÛDAW
Nîşan Bursa Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Niluferê ya parêzgeha Bursayê ya Tirkiyêyê, agir bi avahiyeke 10 qatî ket û 99 ofîsên di avahiyê de zerer dît.

Li Taxa Ozluceyê ya Niluferê şeva borî ji ber sedemeke nediyar agir bi kafeteryayeke ku di bin avahiyeke 10 qatî de bû ket.

Agir piştî demeke kurt li hemû avahiyê belav bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebata çend demjimêran de agir hat vemirandin.

Temamê avahiya ku 99 ofîs tê de hebûn ji ber agir zerereke zêde dît.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst