Parlamentera HEDEPê: Gola Wanê hişk dibe lê dewlet di betlaneyê de ye

12-11-2023
RÛDAW
Nîşan HEDEP Gola Wanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera HEDEPê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyigit ragihand ku Gola Wanê rûbirûyê metirsiya zihabûnê bûye.

Li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê, doh budçeya Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê hat gotûbêjkirin.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyigit di axaftina xwe ya di komîsyona plan û budçeyê de bal kişand ser hişkesaliya li Gola Wanê.

“Dewletê jî peravên wê dagir kirine”

Parlamentera HEDEPê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyigit di axaftina xwe de got:

“Gola Wanê van rojan rûbirûyê metirsiya zihabûnê bûye. Gola ku li derdora wê gelek bajar û navçe hene tê qirêjkirin. Ji bilî ku bi destê mirovan tê qirêjkirin, dewletê jî peravên wê dagir kirine.

Tevî yasaya peravan û yasaya jîngehê parêzgarî, kargeha çîmentoyê, saziya rêyên bejahî, saziya karên avê ya dewletê, rêveberiya ewlehiyê, rêveberiya ciwan û werzîşê ya bajêr li peravên golê kampên xwe ava kirine.

Li Xelatê jî Koşka Serokkomariyê hatiye avakirin. Mixabin di demekê de ku Gola Wanê tune dibe dewlet di betlaneyê de ye.

Şaredariyên qeyûman ên ku rêziknameya gilêşan bi cih nakin qîr û betonê, çîmento û kanên qûmê, avrêj û paşmayên din dirijînin golê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst