Li Zonguldakê cenazeyê karkerekî Efxan hat dîtin: Hatiye şewitandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Zonguldakê ya Tirkiyeyê cenazeyê kesekî ku hatiye şewitandin di nav daristanê de hat dîtin.

Eşkere bû ku cenazeyê welatiyekî Efxan ê bi navê Wezîr Mihemed Nurtanî yê 50 salî ye ku di kana madenê ya bêdestûr de dixebitî.

Li gorî agahiyan li nêzîkî gundê Kiratê yê Zonguldakê welatiyekî di nav daristanê de cenazeyekî şewitî dîtiye û aliyên pêwendîdar ji rewşê agahdar kiriye.

Li ser agahdarkirinê polis û cendirme çûne cihê bûyerê û dest bi lêkolîn û pişkinînan kirine.

Wan cenazeyê Wezîr Mihemed Nurtanî ji bo otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturkê.

Di encama pişkinînan de derket ku cenazeyê hatiye dîtin ê kesê bi navê Wezîr Mihemed Nurtanî yê 50 salî ye ku welatiyê Efxanistanê ye û bavê 3 zarokan e.

Li gor encamên otopsiyê derket holê ku Nurtanî 9ê Çiriya Paşînê miriye.

Piştre cenazeyê wî birine cihê lê hatiye dîtin.

Li ser bûyerê dest bi lêkolînê hat kirin. Xwediyê kana madenê ya qaçax jî di nav de 6 kes hatin desteserkirin.

Li gorî encamên destpêkê yên lêpirsînê welatiyê Efxan di dema karkirinê de ji ber qezaya kar miriye û piştre ew biriye nav daristanê û wan xwestiye bi şewitandinê wisa nîşan bidin bidin ku bi awayekî din miriye.

Cenazeyê Wezîr Mihemed Nurtanî bi amadebûna malbatê li wî bajarî hat veşartin.

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) li ser bûyerê li ser hesabê xwe yê torên civakî ragihand:

“Wezîr Mihemed Nurtanî karkerê Efxan ê ku di kana madenê de dixebitî, di kana qaçax de canê xwe ji dest da.

Xwediyên kanê cenazeyê wî biriye çolê û cenaze bi awayekî şewitandî hat dîtin.”