Tirkiye: Di 10 mehan de 38 koçber di Deryaya Egeyê de xeniqîne

12-11-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Deryaya Ege Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Ewlekariya Peravên Tirkiyê dibêje, di 10 mehên îsal de 38 koçber di Deryaya Egeyê de xeniqîne.

Fermandariya Ewlekariya Peravên Tirkiyê ser bi Wezareta Navxwe ya wî welatî, amarên 10 mehên îsal ên derbarê derbasbûna koçberan de bi rêya Deryaya Egeyê bo Yunanê û welatên Ewropayê belav kirine û dibêje, di wê demê de 38 koçber di nav Deryaya Egeyê de xeniqîne.

Li gor fermandariya navborî, 38 koçber di nav Deryaya Egeyê de xeniqîne û bûyerên xeniqînê herî zêde di meha Îlonê de bûne ku 22 koçber xeniqîne û meha Cotmehê jî 6 koçber xeniqîne. Amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku sala borî 11 koçber di nav deryayê de xeniqîne.

Derbarê desteserkirina qeçaxçiyan de jî, di 10 mehên îsal de 277 qeçaxçî hatine desteserkirin. Ev di demekê de sala derbasbûyî 80ê qeçaxçî hatibûn desteserkirin.

Roja 20ê Cotmeha 2022ê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îddîa kiribû ku di salên 2021-2022ê de 69 hezar û 375 koçber ji aliyên hêzên Yunanê ve bi zorê bo sînorên avî yên Tirkiyê hatine vegerandin û ji ber vê yekê 170 koçber di nav deryayê de xeniqîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst