Derketina derve ji Sebahat Tuncel re qedexe bû

12-11-2015
RÛDAW
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Dadgeha Bakirkoy a Stenbolê derketina ji derveya Tirkiyeyê ji Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Sebahat Tuncel re qedexe kir.

Parlamentera berê ya HDPê ya Stenbolê Sebahat Tuncel serê vê sibê li balafirxaneya Ataturk a Stenbolê ji ber lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Bakirkoyê hat binçavkirin.

Polîsan Tuncel birin Dadmendiya Bakirkoyê. Piştre ji bo 'tedbîra bi kontrola dadî sewqî Dadgeha Nobedar hat kirin.

Piştî lêpirsînê Dadgeha Nobedar Tuncek serbest berda.

Tuncel li ser hesabê xwe yê twitterê ragihan piştî lêpirsînê dadgehe derketina ji derveyê Tirkiyeyê ji wê re qedexe kiriye.

 Parlamentera berê ya HDPê di hesabê xwe yê twitterê de wiha got: “Ji bo kesên min meraq diki, ji bo hin axaftinên min ên li hin çalakiyên di sala 2010 û 2013an de, derketina derve ji min re qedexe kirin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst