DMMEê di doza ‘Komkujiya Şirnexê’ de Tirkiye mehkûm kir

 

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME), di “Komkujiya Şirnexê” de Tirkiye mehkûm kir. Li gorî vê biryarê, Tirkiye dê 2 milyon û 305 hezar euro wek ziyanî bide wan malbatan her wiha 5 hezar û 700 euro jî wek xercên dadgehê bide mexdûran.


DMMEê derheqê doza kuştina 41 welatiyên kurd ên ku di encama bombardimana Kuşkonar û Koçaxilî yên girêdayî Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn, biryar da.

Di rûniştina îro (12.11.2013) ya dozê de biryar hat dayîn ku Tirkiye madeyên 2, 3, 38 û 46 ên Peymana Mafên Mirov a Ewropayê binpê kiriye.


Di çerçoveya biryarê de dê Tirkiye 2 milyon 305 hezar euro tazmînat bide 38 dozdaran û her wiha 5 hezar û 700 euro jî xercê dadgehê bide mexdûran.


Di rojên 26 û 27ê Adara 1994an de, gundên Koçaxilî û Kuşkonar ên bajarê Şirnexê yê Bakûrê Kurdistanê ji aliyê balafirên şer ên artêşa tirk ve hatibû bombekirin û di encamê de 15 kes li gundê Koçaxilî û 26 kes jî li gundê Kuşkonarê jiyana xwe ji dest dabûn.

Piştî bûyerê rayedarên fermî ragihandin ku kempên PKKê dane ber bombeyan lê gundiyan salixî dan ku balafir û teyareyên leşkerî gundên wan bombebaran kirine. Doza vê bûyerê ku wek “Komkujiya Şirnexê” tê naskirin, ji aliyê gundiyan ve li DMMEê hat vekirin.