Di kongreya Baroya Enqereyê de ji ber slogana Kurdî alozî derket

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Baroya Enqereyê Kongre Jin Jiyan Azadî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di kongreya Baroya Enqereyê de hinek parêzerên netewperest ji ber dirûşma “Jin Jiyan Azadî” êrişî parêzerên Kurd kir.

Baroya Enqereyê kongreya xwe ya 68emîn li Koşka Werzîşê û Pêşangehan a Ataturkê li dar dixe.

Di kongreyê de parêzerên jin ên koma Parêzerên Hemdem ên Azadîxwaz (OÇAV) ji bo balê bikişîne ser zêdebûna kuştina jinan a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derketin ser dikê û pankarta li ser “Jin Jiyan Azadî” nivîsandiye bilind kir.

Her wiha wan dirûşma "Jin Jiyan Azadî" jî got.

Ji ber vê slogana bi Kurdî komeke parêzerên netewperest nerazîbûn nîşan da û alozî derket.

Koma parêzerên netewperest dirûşma “Em di baroyê de terorîstan naxwazin” bilind kir.

Piştî wê di navbera her du aliyan de alozî derket û bi kursiyan li hev dan.

Di bûyerê de parêzerek ji serê xwe birîndar bû.

Parêzerên li hola komcivînê wekî nerazîbûna li dijî wan aloziyan slogana “Li dijî faşîzmê mil bi mil” bilind kir.

Ji bo alozî bên rawestandin dem dem hişyarî hatin dayîn û bi qasî 20 deqeyan navber dan rûniştinê.

Kongre Baroya Enqereyê bi axaftinan didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst