Rewşa kampên koçberan xirab e: Ewropayê ji Tirkiyeyê daxwaza lêkolînê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Ewropayê ji Tirkiyeyê xwest ku li ser binpêkirinên li navendên koçberan ên ku Yekîtiya Ewropayê fînanse dike bi berfirehî lêkolînê bike.

Van demên dawî lêkolînek hat kirin ku li hinek navendên koçberan ên li Tirkiyeyê binpêkirin tên kirin û şert û mercên li wan navendan ne guncav in.

Piştî belavbûna lêkolînê Komîsyona Ewropayê roja înê bi fermî daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku li wan navendên koçberan ku koçberên Efxan û Sûriyeyî tê de dimînin îdiayên binpêkirinan bi berfirehî werin lêkolînkirin.

Yekîtiya Ewropayê di warê darayî de piştevaniya wan navendan dike.

Ev daxwaza Komîsyona Yekîtiya Ewropayê piştî rapora Lighthouse Reportsê hat kirin.

Li gorî lêkolînê li navendên vegerandina koçberan ên ku Tirkiye bi rê ve dibe û Ewropa bi 213 milyon Euro piştevaniya wan dike, mialemeleye xirab li gel koçberan tê kirin û mafên wan tên binpêkirin.

Di lêkolînê de her wiha amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku li wan navendan şert û merc ne tendurist in, zêde qerebalax in, koçber rûbirûyê destdirêjî, tundûtûjî û şkenceyan dibin.

Her wiha tê gotin ku beşek ji koçberên ji şer reviyane û zerer dîtine bi zorê belgeyên vegerandinê bi wan didin îmzekirin û ew bi zorê tên vegerandin.

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 4 milyon û 384 hezar û 591 koçber hene û 3 milyon 92 hezar û 536 ji wan ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne.