Li Îzmîrê 174 koçber hatin desteserkirin

12-10-2023
Nîşan Îzmîr Bursa Balikesîr Koçber Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îzmirê ya Tirkiyeyê, di Deryaya Egeyê de 174 koçber hatin desteserkirin.

Herwiha li Bursayê 20 û li Balikesirê jî 19 koçber hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyê di demên dawiyê de zextên li ser koçberan zêde bûne.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li bajarên hevsînorê Yûnanistanê û li Deryaya Egeyê kontrolên xwe zêde kirine.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Ewlehiya Peravan a Tirkiyeyê, li sînorên navçeyên Seferîhîsar, Foça û Dîkîliyê yên Îzmîrê, di Deryaya Egeyê de 174 koçber hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku wan koçberan dixwest bi belemên plastîk biçin Yûnanistanê.

Koçberên ku hatin desteserkirin piştî karên yasayî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Îzmirê kirin.  

Herwiha li navçeya Înegolê ya parêzgeha Bursayê 20 koçber, li navçeya Ayvalikê ya Balikesirê jî di nav Deryaya Egeyê de 19 koçber hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst