Tirkiye dîsan keştiya Oruç Reis dişîne Deryaya Spî

12-10-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê ragihand ku keştiya Oruc Reis careke din dest bi lêgerîna li pey çavkaniyên enerjiyê li rojhilatê Deryaya Spî dike.

Li gorî Tirkiyê  keştiya Oruc Reis dê ji 12 heta 22ê Cotmehê li Deryaya Spî dest bi lêgerîna li pey çavkaniyên xwezayî yên enerjiyê yên weke petrol û gazê bike.

Herwha biryar e du keştiyên din bi navên Ataman û Çengîzxan di vê erkê de alîkariya keştiya Oruc Reis bikin.

Tirkiyê berî niha ragihandibû, bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên li gel Yunanê li Deryaya Spî, keştiya Oruc Reis vekişandiye, daku derftekê bide danûstandinên siyasî yên bi Yunanê re lê niha careke din wê keştiyê dişîne nav Deryaya Spî.

Yekîtiya Ewropa jî berê ragihandibû, eger Tirkiye berdewam be li ser lêgerîn li navçeyê, dê peywendiyên di navbera Tirkiyê û YE de aloz bike û ew dê Tirkiyê ceza bikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst