Li Tirkiyê bi dehan kes ji ber parvekirinên medyaya civakî hatine desteserkirin

12-10-2019
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Kesên êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin têne desteserkirin
Kesên êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin têne desteserkirin
Nîşan Çarenivîsa Rojava Tirkiye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Dozgeriya Komarê niha yek bi yek lêpirsînan li wan kesan vedike li ser torên medyayên civakî li dijî êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê derketine.

Piştî ku artêşa Tirkiyeyê dest bi operasyona bi navê “Kaniya Aşîtiyê” kir, niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê aliyên ku piştevan û nepiştevanên vê opersyonê helwesta xwe yan bi xwepêşandanan an jî bi parvekirinên li ser medyaya sosyal eşkere dikin.

Beşek zêde ku piraniya wan nivîskar, siyasetmedar, hunermend û ji kesên naskiri yên Kurd û Tirk di parvekirinên xwe yên ser medyaya sosyal de piştgiriya xwe ji bo artêşa Tirkiye radigihînin; lê di derbarê wan kesên ku şermezarî li vê operasyonê dikin de Dozgeriya Komarê niha yek bi yek lêpirsînan vedike hincet ew e ku ev kes propagandaya terorê dikin.

Welatî Erdînç Eren dibêje: “Di dilê min de çi derbas dibe her tim di dilê min de dimîne, ez naxwazim vê yekê li ser medyaya civakî eşkere bikim."

Welatiyê bi navê Kasim Ogurlu jî diyar kir ku ew newêrin derkevin qada û dengên xwe bilind bikin.

Siyasetmedar û mafnas Sitki Zîlan ku torên medaya civakî  zêde bi kar tîne; ew li hember operasyona Tirkiye ya li hember Rojavayê Kurdistanê bi dengekî bilind her di nivîsê xwe de şermezar dike; di derheqê wî de heta niha bi 10an lêpirsîn hatine vekirin.

Sitki Zîlan dibêje: "Asayîş bang li xelkê dikin; dibêjin helwesta xwe ya aştîxwaziyê neynên ziman, bi vê awayê çavên nivîskaran ditîrsînin, gef li wan dixwin û peyam didine wan. Ev yek ne sûc e û di welatekî azad de herkes dikare fikra xwe beyan beyan bike."

Ji aliyeke din ve parêzgariyên bajarên wek Kocaelî, Wan, Mêrdîn û Amedê jî çalakiyên di derbareyê operasyona Tirkiyeyê de bi demekî ne diyar qedexe kirin û çalakiyên şermezarkirina qeyûman û ji bo Tahir Elçî ku ji aliyê Baroya Amedê ve 4 sal in her roja înê tê kirin ji aliyê hêzên asayîşê ve vê heftê hate astengkirin.”

Derbarê mijarê de serokê berê yê Baroya Amedê Mihemed Emîn Aktar jî got: "Di warê mafnasiya navnetewî de divê ku kesên şerxwaz bêne darizandin û dengên kesên aştîxwaz were zêdekirin; lê em dibînin li welatê me ev yek berevajî bûye û ew kesên banga aştiyê dikin têne darizandin"

Di çarçoveya çalakî û parvekirinên medyaya sosyal ên di derbareyê şermezarkirina operasyona Tirkiyeyê de heta niha li Amedê 26, li Mêrdînê 21 û li bajarê Îzmîrê jî 16 kes hatine binçavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst