44 sal derbas bûn: Bîlançoya bixwîn a Darbeya 12ê Îlonê

Hewlêr (Rûdaw) - 44 sal di ser Darbeya 12ê Îlona 1980yî re derbas bûn.

Kenan Evrenê ku mîmarê Darbeya Leşkarî ya 12ê Îlonê bû di 98 saliya xwe de mir lê bi sedan mirin û derdeserî li pey xwe hiştin.

Darbeya 12ê Îlona 1980yî ku wekî deqeke reş derbasî dîroka demokrasiya Tirkiyeyê bû, heta niha jî êş û janên wan rojan ji bîr neçûne.

Darbeya ku mîmarê wê Kenan Evren bû, ev wêneyê xemgîn û biêş li pey xwe hişt:

  • Kesên hatin desteserkirin: 1,683,000
  • Yên zanyariyên wan ên taybet hatin tomarkirin: 1,683,000
  • Hejmara dozên hatin vekirin: 210,000
  • Kesên li dadgehên rewşa awarte hatin darizandin: 230,000
  • Ji wan ên ku ji maddeyên 141-142-163an hatin darizandin: 71,500
  • Dozên li dadgehên sivîl hatin vekirin (1980-88): 9,508
  • “Endamên Rêxistinê” yên hatin darizandin: 98,404
  • Hikûmxwariyên “endamê rêxistinê”: 21,764
  • Yên banga “vegere welat” li wan hatiye kirin: 29,000
  • Yên ji welatîbûna Tirkiyeyê hatin derxistin: 14,000
  • Yên paseport ji wan re nehatiye dayîn: 388,000
  • Komeleyên karê wan hatiye qedexekirin: 23,700
  • Bi giştî hikûmxwariyên-girtiyên di 644 girtîgehan de: 52,000 (Yên ji sala 1990an ve mane)
  • Bi giştî mirin (bi ecelê xwe): 229
  • Mirinên biguman: 144
  • Mirinên di greva birçîbûnê de: 14
  • Di dema revê de yên bûne armanc: 16
  • Yên di “pevçûnan” de hatine kuştin: 74
  • Yên rapora mirina normal ji bo wan hatiye dayîn: 73
  • Yên ku hatiye ragihandin “xwe kuştiy”: 43
  • Mirinên “sedem nediyar”: 2
  • Kuştinên bi şkenceyê: 171
  • Doz an lêpirsînên derbarê şkenceyê de: 9,962 (1982-1988)
  • Fermanberên ewlehiyê yên bi tohmeta şkenceyê hatine darizandin: 544
  • Nîsan-Gulana 1981-Fermanberên ewlekariyê yên hatine xelatkirin: 1,002
  • Yên li gorî yasaya 1402 ya rewşa awarte karên yasayî derbarê wan hatine kirin: 18,525
  • Fermanberên dijî wan karên yasayî hatine kirin: 7,245
  • Mamosteyên derbarê wan karên yasayî hatine kirin: 3,854
  • Karmendên ewlehiyê yên dijî wan karên yasayî hatine kirin: 988
  • Fermanberên olî yên dijî wan karên yasayî: 266
  • Hîndekarên derbarê wan karên yasayî hatine kirin: 120
  • Rêveberên mulkî yên dijî wan karên yasayî hatine kirin: 35
  • Dadwer-dozgerên derbarê wan de doz hatine vekirin: 47
  • Yên ji herêmê hatine sirgûnkirin: 7,233
  • Yên ji kar hatine avêtin: 4,891
  • Bi giştî cezayê rojnamegerên di girtîgehan de: 3,315 sal û 3 meh
  • Hejmara rojên ku rojnameyên Stenbolê nikarîn weşanê bikin: 300 roj
  • Cezayê ji rojnamegeran re hatiye xwestin: 4,000 sal
  • Rojnamegerên di girtîgehan de: 31
  • Rojnamegerên biryara girtina wan heye: 13
  • Rojnamegerên di êrîşên çekdarî de hatin kuştin: 3
  • Tenê di 1989an de dozen di 16 rojan de dijî rojnameyan hatine vekirin: 394
  • Hejmara dozên tazmînatê: 211
  • Tazmînata tê xwestin: 12 milyar û 848 milyon
  • Rojname, kovar û pirtûkên bi şewitandinê ji holê hatine rakirin: 39 ton
  • Weşanên li embaran li bendê ne bên jinavbirin: 40 ton
  • Hejmara yasayên azadiya çapemeniyê sînordar dikin: 151
  • Hejmara weşanên qedexekirî: 927
  • Hejmara filmên qedexekirî: 927
  • Rêjeya zêdebûna rêjeya kaxezê: 13
  • Yên cezayê darvekirinê derbarê wan tê xwestin: 7,000
  • Yên cezayê darvekirinê ji wan re hatiye dayîn: 517
  • Cezayê îdamê yê ji aliyê Dadgeha Bilind a Leşkerî ve hatiye pejirandin: 124
  • Mehkûmên ku dosyeyên wan ên darvekirinê li Meclîsê hene: 259
  • Yên hatine darvekirin: 50
  • Girtiyên çepgir ên hatine darvekirin: 18
  • Girtiyên rastgir ên hatine darvekirin: 8
  • Biyaniyên îdamkirî (Ermenî): 1
  • Sûcdarên ne siyasî yên îdamkirî: 23
  • Li 22 hezar û 912 kesan 0-1 sal ceza hat birîn
  • 1-5 sal ceza li 10 hezar û 784 kesan hat birîn
  • Li 6 hezar û 186 kesan 5-10 sal ceza hat birîn
  • Ji 2 hezar û 396 kesan re 10-20 sal ceza hat dayîn
  • Zêdeyî 20 sal ceza li 939 kesan hat birîn
  • Li 630 kesan cezayê heta hetayê hat birîn
  • Ji 420 kesan re cezayê darvekirinê hat dayîn

Ev reqem ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê hatine wergirtin, Herwiha ev hejmar sala 1990an dema vebûna Parlamentoya Tirkiyeyê di rapora Wezareta Dadê de hatine pêşkêşkirin.

Di arşîva Parlamentoya Tirkiyeyê de jî heye.

Hejmara partî, sendîka, rêxistinên girseyî yên demokratîk ên bi darbeyê hatin girtin û serokên wan hemû rêxistinên ku hatin desteserkirin, lêpirsîn hat vekirin û endamên lijneya rêveberiyê yên ji siyasetê hatin qedexekirin cih nagire (Tigrishaber).